Lîstîkvanê navdar û xwedî ezmûn Altan Erkeklî ji ANF’ê re axivî û bertekek wiha nîşanî gotinên Erdogan da; "Taybetkirina hunerê, şanoyan bi tu awayî ne mimkun e. Ev nêrînek bêfehm e. Nizane dê hunerê ber bi ku ve bibe û hunerê biçûk dixe. Huner ne karek mîna çêkirina rê an jî pirekê ye. Çarçoveyek bedewiyê ye ku mirovên azad di cîhana xwe de diafirînin.”
Erkeklî destnîşan kir ku peywira şano û bi awayeke giştî ya hunerê pêkanîna aşitî û biratiyê ye û got; “Hez dikin vê rola hunerê biecibînin, hez dikin neecibînin; Ev yek bi wê yekê re eleqeder e ku hûn bi ji ku ve li jiyanê dinêrin. Lê mafê tu kesê tune ye hunerê biçûk bixe, an jî bêje “wiha nabe.”

'Kenê mirovan bi Erdogan tê'
Erkeklî ragihand ku her ku diçe, dixwazin li Tirkiyeyê hunerê bê nirx bihêlin û got; “ Huner karek ê artîstiyê ye. Li welatê me ev têgîn şaş tê fêmkirin. Ev yek jî rê li ber biçûkxistinê vedike, bi rêya vê têgînê jî êrîş dikin. An ne, artîstî ew e ku mirov di jiyanê de bi awayeke estetîk li her tiştê dimeyzîne. Ji herikîna trafîkan, heta rêkûpêkiya parkan, hemû têkiliyên mirovan, mafên civakî, mafên sendîkal, jı bo vana hemûyan jî li awayek ê estetîkê digerin" û wiha domand; “ Ez ji yên ku parastina taybetkirina hunreê dikin re dibêjim; Şano ne karê peyarıyê ye. Ger xizmetên şaredariyê ne serkeftî bin, rêveber bi awayeke serkeftî nexibitin, li vir taybetîkirin dibe, lê ev yek ji bo hunerê nabe.”
Erkeklî destnîşan kir ku dewlet li şûna zemîna şanoyê amade bike, hema bêje dixwaze şanoyê ji holê rake û ev bertek nîşanî erdogan da; “Divê em qebûl bikin ku bi qas nan û avê pêwîstiya me bi hunerê heye. Ji ber ku em besha karek ku jiyanê dide naskirin dikin. Lê li Tirkiyeyê dixwazin bi şîroveya vî kesî hunerê binirxînin. Radibe û dibêje ji wî re dibêje 'sosret', dibêje 'vê hilweşînin'. Bi rastî bi van hewldanên xwe wisa dike ku kenê mirov pê tê."

'AKP yên pirsan dike naxwaze'
Erkeklî bal kişand ser şanoya taybet û diyar kir ku dibe dewlet alîkariya vana bike, lê heta repertûarê jî mudaxeleyê vana dike. Erkeklî got; “Di salên 1940’ê de şanoya dewletê hat damezrandin. Gotin ‘ez taybet dikim’ bi vê yekê jî dixwazin tola xwe hilînin" û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi vê projeya xwe ya dixwaze ciwanên ku qet pirsan napirsan, lêpirsînan nakin, derdê wan ên aşitî û biratiyê tune ne, amade bike.”

'Civak bi hunera xwe hene'

Erkeklî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê, kesên welat bi rê ve dibin, zêde girîngiyê nadin ser hunerê û got; “Şanoyê mirovan bi rê ve dibir. Civakên xweşik bi hunera xwe ve hene. Ez mînakek biçûk ji vê re bidim; Di dema Yewnan kevin de, em dikarin vê yekê bibînin. 8 saetan tragedyayan li dar dixistin, koro li ser dikan bûn û li qata herî jor jî parlementer hebûn. Parlementer û rêveberan li vê derê, li gorî nerazîbûn û bertekên gel qanûn sist dikirin an jî dişidandin. Ramanên wan wiha pêş ket."


ALÎ BARIŞ KURT  - ANF/STENBOL