Der barê mijarê de Y.B Şeklovîn di malpera Enstîtuya Rojhilata Navîn û Israîlê (îîmes.ru) de nivîsek nivîsî û diyar kir piştî Esad şerê herî mezin dê li hemberî Kurdan pêk bê. Şeklovîn sedemên anîna A.Seyda ya ENS’ê nirxand û got ku di nava muxalefetê de faktora herî girîng Kurd in.
Di nivîsê de hate destnîşankirin ku sedema anîna serê ENS’ê ya Abdulbasit Seyda ew e ku têkoşîna bi xwîn û veşartî ya di navbera hêzên muxalefeta Suriyeyê nîşan dide. Di berdewamiya makaleyê de wiha hate gotin: “Di konseyê de di qeydên dahatûya aborî de û bikaranînê de hin guman hene. Entelektuel Burhan Xelyûnê ku alîgirê rojava bû ji ber ku li hemberî Esad nerm bû hate teqawîdkirin.”
Di berdewamiya nivîsê de hate diyarkirin ku ji ber pergal û çavkaniyên fînansê li cihê xwe rûnenişt rê li ber nelihevkirinan vekir û wiha got: “Vê yekê jî rê li ber fîkara ku rêxistinên aktîvîstan li gorî şoreşên din ên ereban xizantir in vedikirin. Ger ku derfetên aborî tune bûna hêzên çekdar nedikarîn li hemberî Suriyeyê têbikoşiyana. Erebîstana Siûdî û Qetar alîkariya çekan didin konseyê. Lê ji ber vê yekê gumanên ku komkujî ji aliyê kê ve tê kirin, derketine holê. Ligel ku bandora psîkolojiya van komkujiyan zêde ye jî sûcê şer jî gelek girîng e. Ji ber ku di dema şerên navxweyî de pirsgirêka paqijkirina komên biçûk ên baweriyên din dertên holê. Lê ev ji aliyê Rusyayê ve tên bloqekirin. Ev dem jî dibe ku bibe derbasbûna dema şerê sivîl. Dibe ku bibe pêvajoyeke ku her cureyê lîstika qirêj bên lîstin. Her wiha bûyerên ku ji kontrola alîgiran dertên jî hene. Ev îsbata reaksiyona ku bi biryara wan dertê ye. Ev jî nîşan dide ku hem hêzên muxalîf û hem jî hêza leşkerî çiqas qels e. Ligel vê ji Srtêşa Suriyeyê ya Azad jî gelek veqetandin çêdibin.”
Nêzîkahiya ji Kurdan re
Hin kes dipirsin’Çima Abdulbasit Seyda yê Kurd’ hate hilbijartin ji bo ku serokatiya ENS bike. Gelek sedemên wê hene. Şeklovan der barê vê de nirxandinên balkêş dike û wiha dibêje; “Beriya her tiştî fîgura lihevkirinê ye. Xelyum jî wisa bû. Divê em vê bizanin ku li pişt Seyda hêzeke Kurd a reel tune. Ya herî girîng jî piştgiriya Kurdên Suriyeyê tune. Niha pirsgirêka herî mezin a muxalefet û desthilatî Kurd in.
Hem yên Suriyê û hem jî yên ji derve temaşe dikin êdî fêm dikin ku piştî Esat, şerê herî mezin ên duyemîn li hemberî Esad pêk tê. Kurdên ku ne girêdayê tu derê ne jî xwedî fikra avakirina Kurdistanê ne. Tiştên din jî pêngava ku bigihîjin van tiştan e. Her çiqas Seyda retorîkek paşverû jî bi kar bîne di nava vê de tevdigere. Ji ber ku vê neke dê tu Kurd piştgiriyê nedin wî.
Partiyên di bin kontrola PKK’ê de li herêmên Kurd kontrolan kir û xiste bin destê xwe. Niha nakevin tu pevçûnekê jî. Niha bi koma Seyda re dikevin nava lihevkirinekê. Ji ber ku koma Seyda, amûreke ku her Kurdek difikirî ye. Weke ku Seyda jî dibêje riya gihîştina vê armancê çûyîna Esad e. Seyda hinekî mînaka Iraqê çêtir dibîne. Lê ev ji bo gelek muxalîfan rewşeke ku nayê qebûlkirin e. Aliyekê din ê hibijartina Seyda ew e ku faktora Kurd çiqas girîngiyê dide. Bi vî awayî muxalîf difikirin ku Kurdan hinekî din jî ji Şamê dûr bixin.
Tiştên ji bo hilbijartinê diqewimin jî qelsî û hêza îslamiyan nîşan dide. Birayên Misiliman ên di nava muxalefetê de nexwestin endamên koma çep bê hilbijartin.
MOSKOW