Parlamenterê Goran Adil Azîz PKK û PYD wekî hêzên neteweyî yên Kurd bi nav kir û got, terorîstê rasteqîn dewleta Tirk bi xwe ye, ku bi her awayî piştgiriyê dide DAIŞ'ê.

Parlamenter Adil Ezîz nerazîbûna xwe anî ziman ji bêdengiya serokê PDK´ê Mesûd Barzanî a beramberî Serokwezîrê Tirk ê ku di civîna hevbeş a çapemeniyê de li kêleka Barzanî ji PKK û PYD'ê re got, ‘terorîst’. 

Ezîz got, "Nayê qebûlkirin ku Serokwezîrê Tirk Yildirim li tenişta serokê partiyeke Kurd rabe ji PKK û PYD'ê re bibêje, 'terorîst' û ew (Mesûd Barzanî) jî bêdeng bimîne.” Ezîz bang li partiyên siyasî û gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabin û got: "Em vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin; yên destek dane DAIŞ'ê hene, ew terorîst in. Eger PKK û PYD nebûna, wê niha li Şengal û Rojava hîn bêhtir xwîn rijiyaba. Gerîla û şervanan gelê Başûrê Kurdistanê parastin.”

'Tirkiye dagirker e'

Parlamenter Adil Ezîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em PKK û PYD'ê weke hêzeke neteweyî dibînin. Ew hêzek e ku tevî pêşmergeyan Kurdistanê diparêze. Lewma vê nêzîkatiya li dijî wan, ez şermezar dikim. Bang li hemû hêzên siyasî dikim ku li dijî van nêzîkatiyan helwestê nîşan bidin. Bang li gelê Kurd jî dikim ku li dijî dagirkeriya leşkerî ya mêtîngeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê, helwestê nîşan bide û dengê xwe bilind bike." 


ANF / SILÊMANÎ