
Parlementerê Partiya Jîngeh a Swêdê Jabar Amîn û yek ji siyasetmedarên partiyê yê xwedî gotin Per Gahrton ku li Qendîlê bi heyeta KCK’ê re hevdîtin çêkirin, piştî vegera xwe mijar xistin rojeva çapemeniya Swêdê.
Parlementerê Partiya Jîngeh a Swêdê Jabar Amîn û parlementerê berê yê Yekîtiya Ewropa Per Gharton beriya bi çenda rojan li herêmên parastinê yên medyayê bi endamê konseya rêvebir ê KCK’ê Sabrî Ok û endama koordînasyona KJBê Sulbus Perî re hevdîtin çêkiribûn.
Siyasetmedarên swêdî piştî vegera xwe ya Swêdê dûh di rojnameya herî mezin a Swêdê Dagens Nyheter de behsa serdana xwe û tişte ku divê Yekîtiya Ewropa û Swêd ji bo serketina pêvajoya çareserî û aştiyê bikeve kirin.
Jabar Amîn û Per Gharton dibêjin, ji bo pêvajoya aştiyê ku di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de destpêkiriye biserkeve, erka Swêd û Yekîtiya Ewropa mezin e û divê delegasyonan bişînin cem PKK’ê.
Aliyê Kurd cidî ye
Di nivîsê de tê gotin ku çûna delegasyonên Ewropî ya cem PKK’ê wê zextan li Tirkiyê bike ku bersivek rast bide însîyatîfa aştî û çareseriyê ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin.
Heyeta Swêdî di derbarê serdana xwe ya Qendîlê de jî dibêje, armanca me ew bû ku em ji nêzîk ve bibînin ka rêveberiya PKK’ê çiqas girêdayî banga Ocalan e û di heman demê de me xwest em ji aliyê xwe ve, îzolasyona gelek hukûmetên rojava ya li ser PKK’ê bişkînin.
Di nivîsa xwe de siyasetmedarên Swêdî xîtabî hukmetên Ewropa dibêjin, bi baweriya me rêya çareseriyê agirbest û diyalog e û piştgiriya pêvajoya jî herî baş bi rakirina vê îzolasyona li ser PKK’ê tê kirin.
Jabar Amîn û Per Gharton tînin ziman ku di hevdîtina xwe de ku wan bi rêvebirên PKK’ê re kirine, ew gihiştine wê baweriyê ku aliyê Kurd di xebatên aştî û çareseriyê de cidî ye, daxwazên wan maqûl in û divê di serî de Yekîtiya Ewropa û Swêd, welatên rojava nêzîkahiya xwe ya li PKK’ê di ber çavan re derbas bikin û yekser delegasyonan bişînin cem PKK’ê. Siyasetmedarên Swêdî hebûna PKK’ê di lîsteya terorê ya yekîtiya Ewropayê de jî rexne dikin û dibêjin, êdî dem hatiye ku Yekîtiya Ewropa pêdeçûnekê di vê lîsteya xwe de bike û PKK’ê jê derxe.
NAVENDA NÛÇEYAN