Xwedîbûna statuyê
Perî bal kişand ser pêşketinên ku li rojavayê Kurdistanê pêş ketine û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd li Rojava, Başûr û bakurê Kurdistanê bibe xwedî statu. Li bakurê Kurdistanê ji ber têkoşîna leşkerî, siyasî û berxwedana girtiyan têkoşîn derketiye asta herî jor. Gelê Kurd gihîştiye wê astê ku bêyî hikûmet û dewletê pirsgirêkên xwe çareser bike.”
Perî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirgirêka Kurd ji Kurdistan û herêmê derketiye ketiye qada navneteweyî de. Niha hêzên navneteweyî polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêş dixin. Divê ku Kurdan jî hesab bikin. Têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd ev çil sal e berdewam dike. Di vê têkoşînê de qezenckirin jî çêbû. Li bakurê Kurdistanê îrade, zîhniyet û sîsetem derket holê. Li rojava jî zanabûn derket holê. Bi wê ve girêdayî cîhan, Rojhilata Navîn û gelê Kurd ji nêz ve dişopîne. Her wiha li gorî min ne AKP ne jî çapemeniya AKP’ê ezmûnek baş nekirin. Ligel Rêber Apo niha hevdîtin tên kirin. Di van hevdîtinan de alîgir hene. Li aliyêkê Rêber Apo, tevgera Kurd di aliyê din de jî dewlet, nûnerên dewletê û AKP hene. Ev pêvajo hem AKP hem jî çapemeniya wê yekalî bi rêvebir. Ev rojev çi ye? Hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin û tişta ku tê xwetin xweseriya demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo şert û azadiya xwe tiştekê naxwaze. Ji bo siyaset û şertan tu pêşniyar tune ne. Lê belê çapemeniya Tirk hewayekî wisa ava dike ku wekî ku Rêber Apo tiştekê naxwaze. Yanî wekî ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirgirêka Kurd tiştekê naxwaze didin nîşandan. Yekalî vê dikin.”
'AKP dixwaze li gor xwe bimeşîne'
Perî da zanîn ku her roj bi qunciknivîsan rojevê dinirxînin û wiha got: “Bi probagandayan û spekulasyonan nêzî pêvajoyê dibin. Lê ev pêvajo bi probagandayên derew nameşe. AKP dixwaze vê pêvajoyê ji bo xwe vegerîne rantan û ên ku heman armancê jî difikirin dê piştgiriyê bidin wan. Dê rojevekî ava bikin û tiştên ku neyên qebûlkirin dê deynin pêşberê Rêber Apo û tevgera me. Dema şert û mercên wan jî neyên qebûlkirin dê pêvajoyê bixitimînin û piştre jî bêjin ‘Me dixwest çareseriyê pêk bînin, lê PKK’ê û Apo nexwestin’ nêzîkatiya çapemeniya Tirk û a AKP’ê niha bi vî rengê xuya dike. Ger pêvajoyek dualî dest pê bike, divê ji bo Rêber Apo derfet bên dayîn ku daxwazên xwe deyne pêşberê wan. Navê pêvajoyê jî li gor xwe bi nav dikin. Dibêjin dê pirsgirêka ‘Terorê’ çareser bibe. Ger ku nebêjin pirsgirêka Kurd çareser bibe dê nikaribin empatî jî bi Rêber Apo û tevgerê re deynin. AKP dixwaze vê pêvajoyê li gor xwe bimeşîne. Ji bo çareseriyê hêzek din jî qebûl nake. Ger ku pêvajo bi du aliyan bimeşe divê ji bo daxwazan têkêliyên herdu aliyan bi hev re hebe û gel jî der barê pêvajoyê de bê agahdarkirin.”
'Bi xapandinê nabe’
Perî bi lêv kir ku êdî AKP û hikûmeta Tirk bi xapandinan nikare nêzê tevgera wan bibe û wiha pêde çû: “Demên borî dewleta Tirk digot ‘Kurd tune ne’ niha jî AKP dibêje ‘Teror’ heye yanî bi vî awayî dîsa Kurdan înkar dike. Bi rêbazên cuda ev pêkanînan niha bi kar tîne. Nabêjin pirsgirêka Kurd, dibêjin em ê pirsgirêka ‘Terorê’ Çareser bikin. Bi navguhertinê vê carê nêz dibin. Pêvajoyek ku bi yekalî agirbest pêk bê nabe û rewşeka ku em paşve bikişin jî tune ye. Ger ku ji Kurdan re statuyek bê dayîn, em ê jî stratejiya têkoşîna xwe pêş bixin. Amadekariyên me jî di vî aliyê de hene. Ligel vê yekê jî bi Rêber Apo re hevdîtin pêk tên. Em dixwazin bi van hevdîtinan jî çareserî pêk bê. Ji ber ku em tevgerek Rêbertî ne, muxatabê me jî tenê Rêber Apo ye û jixwe ew jî nexşeriyek amede kiriye. Rêber Apo hem tevgerê û hem jî dewletê baş nas dike. Bi yekalî agirbest nabe divê dewlet jî hin gavan bavêje. Hê jî qadên me tên bombebarankirin. Bi salan e dixwazin me tasfiye bikin ji ber wê jî bi êrîşên cuda nêzî me dibin. Lê ev tevger êdî rêbazên wan dizane û wan vala derdixe. Gelê me jî di vê pêvajoyê de teslîmê AKP’ê nêbû. Piştî hilbijartinê operasyonên di bin navê KCK’ê de pêk anîn û li hemberî gerîlayan jî operasyonên leşkerî pêk anîn, lê dîsa jî bi ser neketin.”
Perî da zanîn ku ên AKP du rû ye. Ji ber wê jî naxwaze li Rojava statûya Kurdan çêbe û wiha berdewam kir: “Li Rojava Gelê Kurd têdikoşe, lê AKP êrîşê wê derê jî dike û nahêle Kurd statuya xwe bi dest bixin.”
Perî balê kişand ser 8’ê Adarê û wiha bi dawî kir: “8’ê Adarê nêz dibe plansaziyên tevgera jinê hene. Em ê Têkoşîna jinan li ser şopa 3 hevalên me yê jin Cansiz, Leyla û Dogan bimeşînin. Dê çalakiyên 8’ê Adara îsal ji bo bîranîna 3 hevalên me pêk bên. Di vê pêvajoyê de têkoşîna heyî em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin. Em ê bi azadiya ruhê Sakîne, Fîdan û Leylayan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibin. 8’ê Adarê bila li hemû jinan pîroz be û bila bibe sala serkeftinê.
ÇÎÇEK HELEN / ANF/BEHDÎNAN