
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biryara qedexekirina navê Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn a li Amedê şermezar kir û got; “Tu kes nabêje ku “Cegerxwîn” bêjeyeke Tirkî ye. Ev bêje, bi Kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê Kurdî saz bûye. Kurdî û Tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”
Komîsyonê got; “Şaredariya Navçeya Kayapinar a Amedê, weke gelek şaredariyên BDP’yê, navên; kolan , kuçe, qadên bajarên xwe, yên ku ne li gora çanda gel in, vedugehere û li şûna wan, navên Kurdî bi kar tînin. Ji ber ku ev helwest li gor daxwaza şêniyên bajêr bi cih tê, rast e û di cih de ye. Mixabin ev helwesta demokratîk, rastî astengiyan û qedexekirinan tê. Qeymeqamê Kayapinarê navê “Navenda Ciwan û Çandê ya Cegerxwîn” û gelek parkên ku navên wan bi Kurdî ne, weke Parkên; Zembîlfiroş, Dewrêşê Evdî, Nefel, Ciwan, Sosin, Aştî, Yek Gulan, Rojda, Rojbin, Roşna, Berfîn û.hwd qedexe kir û Dadgeha Kargêriya Yekemîn a Amedê jî, biryara qedexekirinê pesend kir."
'Berdewama asîmilasyonê ye'
KCD’ê destnîşan kir ku sedema qedexekirina navên Kurdî, qanûna ku di sala 2006’an de bi destê AKP’yê hatiye çêkirin e û wiha domand; “Li gor vê qanûnê; nabe ku navên ziqaq, kolan, cade û bûlvaran, derveyî rêgezên bingehîn ên makezagonê û zagonên heyî de bin û nabe ku ev navinan derveyî rêgezên exlaqî bin û bibin sedema cudaxwaziyê û parçekirina welêt û nabe ku bêjeyên ku li gor zimanên biyanî saz bûye, bête bikaranîn.”
KCD’ê got; “AKP di aliyekî de dibêje, em rê li ber demokratîkbûnê vedikin, me dawî li asîmîlasyonê aniye, me qedexekirina axaftina Kurdî ji holê rakiriye, me ji Kurdan re TRT 6 vekiriye. Belê AKP zagonên ku mafên Kurdan nas nake, ziman qedexe dike, naguhere. Di ser de, zagonên nû yên ku asîmiîlasyon û tunekirina Kurdan û zimanê Kurdî dike hedef, li dar dixe. Durûtiya AKP yê di her warî de bi vî awayî dimeşe.”
KCD’ê got; “Dadgeha Kargêriyê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku navê “Cegerxwîn” ne li gor ferhenga TDK (Saziya Ziman a Tirk ) e. Ev rast e. Tu kes nabêje ku “Cegerxwîn” bêjeyeke Tirkî ye. Ev bêje, bi Kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê Kurdî saz bûye. Kurdî û Tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê wiha pêde çû; “Têkoşîna me, ji bo gelê Kurd, mafên xwe yên; siyasî, çandî û civakî, ku ev hemî, mafên neteweyî ne, bi dest bixin. Beriya her tiştî jî, azadiya zimanê Kurdî daxwaza herî serkeye ku ev jî, bidestxistina mafê perwerdehiyê ye. Û ji bo me mafekî jêneger e.
Heta di makezogonê de statuya gelê Kurd destnîşan nebe û her mafên Kurdan neyê naskirin, dê astengiyên wisa her derkevin holê.
Em weke 'Komîsyona Ziman û Perwerdehî' ya Kongreya Civaka Demokratîk, qedexekirina zimanê Kurdî, nayê qebûl kirin dibînin û vê helwestê şermezar dikin. Em bangî Meclîsa Tirkiyeyê dikin ku rojek beriya rojekê dev ji asîmîlasyonê berdin û makezagoneke demokratik ava bikin.”
ANF/AMED
KURDÎ-DER'ê qedexwekirin şermezar kir
Navenda KURDÎ-DER'a ji bo qedexwekirina navê Cegerxwîn û 19 parkên li Amedê daxûyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Navenda KURDÎ-DER'ê pêk hat. Rêveber û mamostayên KURDÎ-DER'ê, nûnerên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya nivîskarên Kurd, Navenda Çandê ya Cegerxwînê û Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê tevlî daxwiyaniyê bûn. Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk daxuyanî xwend. Rifat Ozturk diyar kir ku bêyî ku ji gelê kurd bipirsin û nêrîna gelê Kurd a di derbarê pêşeroja zimanê Kurdî de bigirin , bi awayekî xapînokî biryarên wekî vekirina TRT 6 a ku tu bingeheke wê ya zagonî nîn e vedikin û wiha axivî: "Çardin zanîngehên wekî Artuklu, Colemêrg, Mûş, Çewlig û Dîcleyê, vekirina qaşo beşên Kurdolojiyê ku paşê navê "Zimanên Ku Dijîn" li van beşan kirin, xistin meriyetê."
Ozturk, anî ziman ku li gel nerazîbûnên gelê Kurd ên berz û bilind, li aliyekî van biryarên xwe yên qirêj dixin meriyetê û ji aliyê din ve jî li dadgehan parastina siyasetmedarên kurd a bi zimanê kurdî qedexe dikin. Ozturk bang li gelê Kurd, sazî, dezgeh û hemû şaredariyan kirin ku li hember van biryar û qedexeyên bêwate yên dewletê û hikûmeta AKP'ê bêdeng nemînin û wekî bersiva van biryarên nelirê, di hemû qedên jiyanê de zimanê Kurdî bi kar bînin, navên Kurdî li cih, war û saziyên xwe bikin.