Christian Science Monitor a navenda wê li DYA’yê ye, nûçe-şîroveyek li ser mijara têkoşîna desthilatiya di navbera Kurdan û Şiîyan a li Iraqê weşand. Li gorî şîroveya kovarê, kanên nû yên petrolê ku nû têne vedîtin, ji bo ragihandina serxwebûnê pişta Kurdan qahîmtir dikin. Rayedar didin diyarkirin ku dê sala 2019’ê hinardeya (îxrac) petrola başûrê Kurdistanê ji ya Lîbyayê jî zêdetir bibe û rêveberiya Bexdayê jî ji bo parvekirina van kanên petrolê di nava bazirganiyek pir xurt de ye. Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî di çarçoveya gotûbêjên li ser Kerkûkê yên di navbera Herêma Kurdistan û rêveberiya Iraqê de gotibû; “Kurd nikarin di bin desthilatiya rejîmeke dîkdatorî de bijîn. Mafê Kurdan ê rewa ye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, tu kesek nikare vî mafî ji Kurdan bistîne.”

Şerê desilatdariyê

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî der barê mijarê de ji kovara Christian Science Monitor a navenda wê li DYA’yê ye re axivî û diyar dike ku ev pirsgirêk dikare li ser maseyê bê çareserkirin. Talebanî balê dikişîne ser gengeşe û rageşiya di navbera hikûmeta Iraq a di bin rêveberiya Malîkî û başûrê Kurdistanê de û destnîşan dike ku beriya niha gotûbêjên ku dikarîn rê li ber şer jî vebikin, çêbûne, lê di dawiyê de yekitiya Iraqê hatiye parastin û pirsgirêk li ser maseyê hatine çareserkirin.
Piraniya petrola Iraqê, niha li başûrê Iraqê ya di bin kontrola Şiiyan û başûrê Kurdistanê ye. Di dema rejîma Baas a Saddam de kêmara Sunî desthilat bûn, niha jî Kurd û Şiî, ji bo desthilatiyê zêdetir bi dest bixin di nava têkoşînê de ne.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ku her roja diçe sînorê xwe bi awayeke aşkeretir diyar dike ji nêzîkatiyên rêveberiya Şiî ya ku hikûmeta navendî ya Iraqê di destê wî de ye, nerehet dibe. Herî dawî, piştî Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî reviya başûrê Kurdistanê û rêveberiya başûrê Kurdistanê radestkirina Haşimî red kir, rageşiya di navbera Kurd û Şiiyan de zêdetir û dijwartir kir.
Ji ber krîza aborî ya li Iraqê, heta niha kursiyên Wezareta Navxweyî û Wezareta Parastinê vala ne. Kurd û Sunî Malikî bi despotiyê bi nav dikin.
Rêveberiya Şiî dixwaze hemû werîsên welêt di destê xwe de bigire, lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznaî ji vê yekê pir nerazî ye. Barzanî di daxuyaniya berê dabû de serxwebûnê destnîşan kiribû û diyar kiribû ku ew neçar dibînin ku biryarên nû werbigirin.
Li gorî kovara Christian Science Monitor, petrola herêmê yek ji faktorên sereke yên başûrê Kurdistanê ne. Li gorî pêşbîniyan, kana petrolê ya ku li Teq Teqa başûrê Kurdistanê derketiye, dê di nava 1.5 salî de 500 hezar varêl petrol jê bên derxistin. Tê payîn ku sala 2019 hinardeya petrolê ya ji başûrê Kurdistanê bigihe 2 milyon varêlê. Ev hejmar nîşan dide ku dê Herêma Kurdistanê di warê


ANF/AMSTERDAM