Şandeyek Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku ji Komîteya malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştarê pêk dihat, pêr serdana malbata Kemal Şêx Sade û Westa Sedîq Salyawî ku beriya çend rojan li navçeya Pencewîn a Silêmaniyê hatibûn qetilkirin, kirin.

Hevşaredara Mexmûrê Bermal Hekkarî di serdanê de axivî û da zanîn ku ew êşa malbatê parve dikin û wiha berdewam kir: “Ev lawazî û tirsa dijminê me li hember têkoşînê ye ku wisa bi hovane êrîşî heval Kemal kirin. Em vê êrîşî jî şermezar dikin. Sekna hevjîna heval Kemal silav dikin û wek şaneyên wargeha Mexmûr êşa wê parve dikin.”


‘Hemî gel tevlî xema me bûn’

Hevjîna Kemal Şêx Sade, Çinor Xerîb jî bixêrhatin şandeyê kir û got: “Gelê Mexmûrê bi salane erka xwe ya netewî pêk tîne. Bi hatina şandeya ji Mexmûrê êşa me kêmtir bû. Şehîd Kemal ne tenê şehîdê me ye, şehîdê her çar parçeyê Kurdistanê ye. Ji hemû parçeyan gel tevlî xema me bûn. Şehîd xwediyê rasteqîn ê vî welatî ne. Li Bakurê Kurdistanê çawa Kemal Pîr pêşengiya şoreşê kir li Başûr jî Kemal Şêx Sade pêşengiya şoreşê kir. Serê me bi qasî bilindahiya Helgurt û Qendîlê bilind e.”

Hate diyarkirin ku şandeyeke ji Rojavayê Kurdistanê jî wê serdana malbata Kemal Şêx Sade û Westa Sedîq Salyawî bikin. 


 PENCEWÎN/ROJNEWS