Sîstema qapîtalîzmê jî, xwe hê bi desthilatdariyê ava kiriye. Ava jiyana qapîtalîzmê bixwe ye desthilatdarî. Qapîtalîzm, ji her pergalê wêdetir qala demoqrasî û rizgariyê dike, lê ji her pergalê wêdetir jî girêdayî desthilatdariyê ye. Heke desthilatdariyeke işk û tund nebe, ji qapîtalîzmê re jiyan jî nîn e. Bê desthilatdarî pergal nikare bêhna xwe hilde û bijî.
Desthilatdariyeke wisa ku, heke di her hurca jiyanê de ji xwe re ciheke ewlehî û ciheke fireh nebîne rojek, hema çirkek jî tamîş nade. Desthilatdarî, hebûn û xwebûna vê pergalê bixwe ye.
***
Ev pergal, li ser Kurdan hê dilkevir e. Ji ber ku li Kurdistan desthilatdarî desthilatdariya Kurd bixwe jî nîn e. Li her parçê Kurdistan desthilatdarên biyanî, ji bo ku Kurd xwe nehêsin, ji bo ku serî ranekin, hebûn û rastiya xwe nebizanin, ji bo ku xwastekên xwe ya xwezayî nexwazin, ji bo ku wek civakeke mirî bi rê ve biçin, hê bi hê pergaleke zulimkar damezirandine li ser civaka Kurd. Ji ber vê yekê jî, ji bo Kurdan pêhesîna desthilatdariyê, ji her gelê wêdetir girîng e. Ji ber wê jî, ji pirsê “pirsgirêka Kurd çiye” re em bi hêsanî dikarin bêjin ku “pirsgirêka Kurd tehlîlkirin û fêrbûna pergala desthilatdarî ya dagirkeriyê bixwe ye.”
***
Di van rojên dawî de, hikumata Tirkiyê, ji bo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd, amadekariya zagoneke kurt, anko qasî bi şeş madde zagoneke bingehî (ku rê ya xebatên pêvajoyê veke) aşkere kir. Min bi taybet tevahî ew pêşniyarê pêyv bi pêyv xwend. Birastî jî zimanê wî bigirin heta naverok û qudreta ku tê de, ji bo Kurdan ne li gorî ew tekoşînên ku heta niha hatine dayîn e. Li beranberî tekoşîna Kurdan ev zagon, heta însan dikare bêje heqareteke ji bo Kurdan.
***
Lê, heke însan bi çaveke dûr û dirêj lê binêre, di vê nivîsê de tê xwendin ku, Kurd îmana desthilatdariya pergala Tirkan şikandiye. Dengê ew şikînê, ji dûr ve jî tê. Kesek û tu kesek, gava ku pozê wan di şerê de an jî di nava tekoşînekî de bikeve li erdê, tu kesek nabêje “heta niha pozê min bilind bû û ew pozbilindî hişê min rakirîbû û li serê min birî bû, niha bi xêra vê şerê pozê min ket li erdê û hişê min hat li ser min.” Lê hin tiştên wisa dibêje ku, tu têdigihîjî, wele pozê vê “zilamî” şikiyaye.
Bi vê zagonê hanê ku hikumata Tirkiyê amade kir û dişîne Meclîsa Tirkiyê, ev zagon, “şêwaza pozşikandina Kurdan” nîşan dide, him jî di bin desthilatdariyeke wisa de...
'Şêwaza pozşikandina Kurd'
Desthilatdarî wek vîrûsek e... Ku mirovahî, her sibehê, hezaran sal e ku her sibehê bi wê vîrûsê ve çavê xwe ji rojê re vedike. Di wê çirkê de destpêdike û ji fikr û hişmendi bigirin heta li hundirê laşê me, bi me re ye desthilatdarî...