Lê zebanî benda hev bernadin: MÎT, Polîs û Mûxaberat pişta xwe didin hev, bi gelek dek û dolaban, bi zor û zextan kaxizên vala bi penêberan didin îmzekirin. Li gor kefa xwe qirêj, kaxiza tije dikin, ji NY’yê re dîşînin û tê de dîyar dikin ku `penêber dixwazin vegerin welatê xwe!.
Lewra nivîskarê pirtûka Sînûrî Mirdin (sînorê mirinê) dibêje; ” Çileya 1992 an otobûsên zaliman li Ozalp a Wanê disekinin. Ya rast şoferê kurd, fêhm dike ku ew dixwazin birayên wî teslîmî Îranê bikin û dibêje “Otobûs xirab bû!” û disekine. Di heman demê de birayên xwe şîyar dike… Serma û seqema ku ew pê aşînê û gotine birayê şofer wan a îqna dike ku dijmin dixwaze wana bixapîne û teslîmî Îranê bike. Naxwazin vegerin, hawar û fîgan dikin lê xema zalim nine. Dora wan bi eskerê dest bi sîlah û polîsan digirin; bi zorê li otobûsa siwar dikin. Lê tiştekî zebaniyan ji bîr kirî hebû: gelê ku Rebêr Apo û Tevgera Azadîxwaz rakirî ser lingan, xwedî îrade û bi hestîyarîya netewî hatî xemilandin radibe ser lingan! Dora dagirkeran, otobûsan, hotelê digrin…Bi durişmên: “Bijî Serok Apo!” “Berxwedan jîyan e!” “PKK gel e gel li vir eê!” “Bijî kurd û Kurdistan!” û birayên xwe ji dest zebanîyan derdexin. Bi berxwedanake ya sê roja ya bê hempa bi dijmin paşda gav didin avitin û birayên xwe teslîmî NY’yê dikin.”
Mamostê Osman Îsmaîlî (Aşiq) ew serpêhatîya xwe bi zaravê Kurmanciya Jêrîn (Soranî) kir pirtûka bi navê ”Sinûrî Mirdin” û di nava wêşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm de derket! Pirtûk 320 rûpel in. Dikarin ji navnîşana:
Mogordsvegan 13, 143 43 Vorby Gord-Stockholm an jî www.avasin.org bixwazin.
ANF/STOCKHOLM