
Peyman Îzedîn got; “ “Ev bûyera ku li gundê Roboskî ya ku di encam nêzî 40 kesê medenî jiyana xwe ji dest dane ez bi tundî şermaza dikim. Bê guman ev ne cara yekeme ku dewlata Tirk komkujiyê b ivî rengî dike. Ev komkujî jî yek ji wan komkujiyê din e. Stratejiya ku ev komkujî kiriye bê guman encama bernameyek xurt e. Stratejiya dewleta Tirk maf nade tu nasnameyên cuda yêb di nav sînorê Tirkiyeyê de dijîn. Ew van nasnamana bi taybet jî nasnameya kurd wek sûc dibîne. Ji ber ve yekê dewleta Tirk bi her awayî li Bakûrê kurdistanê êrîşê kurdan dike.”
Divê nêrîna siyasî ya kurdan bibe yek
Di dirêjiya peyama xwe de Îzedîn li ser yekîtiya nerîna siyasî ya kurdan axivî û got; “Rolê kurdan di perçeyên din êb kurdistanê de cûda ye. Bi taybet jî li Başûrê kurdistanê rola nêrîna siyasî berfirehe. Ji ber vê yekê, li ser bûyerên bi vî rengî nêrîn dayîn bi taybet jî di çerçoceyek yek nêrîn de nebûyîn bê guman destê neyarê kurdan xurt dike.”
Nêzîkahiya dewletên derdorê...
Îzedîn di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser yekîtiya kurdan û da diyarkirin ku pêwîst e kurd li şuna siyaseta li gor perçeya didin meşandin pêwîst e siyasetek giştî ya kurdan a hevpar hebe. Îzedin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e kurd bi du rengan xebat li ser vê bûyerê bidin meşandin. Yek ji van ew e ku; hemû peywendiyê dîplomatîk û siyasî têxe nava liv û tevgerê, ji bo ku nasnameya demokratîkbûyîn û parastina mafê mirovan li Tirkiyê bide qebûlkirin. Ji derveyî vê xalek din ya ji bo kurdan girîng e ew ku; siyaseta dewletê hawirdorên li ser kurdan çi bandorê çedike, pêwîst e ev yek di kongreyek neteweyî de bê nirxandin û ji bo vê yekê jî pêwîst e siyaset kurdan hebe. Ji bo ku kurd her rojê li ser siyaseta perçeyekî kurdistanê nirxandin neke pêwîstî bi siyasetek giştî heye. Ji bo yekbûna kurdan ev yek girîng e.”
Peyman Îzedîn di dawiyê de piştgirî da kampaya milyonek îmze ya ku li hemberî baragehê artêşa Tirk lii Herêma kurdistanê ji hêla Ciwanên Welatparêz ve hatiye destpêkirn.
Rêxistinên Sivîl ji Erdogan re name şandin
Federesona Civakên Sifil ên Herêma Federal a kurdistanê çûn seraretxaneya Tirkîyê ya li Hewlerê. Saziyên sivîl ji Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan re name şandin û komkujî şermezar kirin.
Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, bi boneya komkujiya ji bo komkujiya li gundê Roboskê şermezar bikin li sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kom bûn û nameyek ji Serokwezîr Erdogan re şandin. Serokê Federesyona Rêxistina Civakên Sivîl ku nûnerên 200 saziyên sivîl endamên an in Adnan Enwer Beg daxuyanî da. Enver Beg, anî ziman ku wan bi sefaretxaneya Tirkiyeyê re havdîtin kirin û nerazîbuna xwe diyar kirine. Enwer Beg, da zanîn ku wan komkujî şermezar kir û wiha got: "Me nameya şermezarkirina komkujiya Roboskiyê ji Erdogan re şand. Ger ku ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin dê gelê kurd wan efo bike. Divê deweleta Tirk lêbûna xwe ji gelê kurd bixwaze. Divê der barê van kesên komkuji pêk anine de dozê vekin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê hesabê vê yekê bide. Me di nameyê de xwest ku hikûmet vê komkujiyê ronî bike û hesab bipirse.
Li ser komkujiyê panêl
Têkeldarî komkujiya li Roboskiyê ya di bombebarandina balafirên şer ên tirk de 35 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan panelek hate lidarxistin. Di panela bi navê "Bêdengbûna me dibe serdema qirkirina kurdên li bakûr" ku li Otela Çarçira ya Hewlerê pêk hat de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Ji xeynî PDK û YNK'ê piraniya aliyên beşdarî Panêlê bûn. Beşdaran komkujiya li Robosikiya Şirnexê bi tûndî şermezar kirin. Di panelê de bûyer wekî komkujî hate nirxandin. Di panelê de komîteyek ji 7 kesan pêk tê hate ava kirin. Komîteyê li ser helwestê biryar girtin. Biryarên hatin girtin wiha ye:
- Komîteyek bê ava kirin û serdana 5 aliyên Herêma kurdistanê PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî bikin.
- Têkildarî Buyera Roboskiyê name ji hemû sefaretxaneyên li Hewlêrê re bê şandin.
- Ji bo sersaxiyê serdana Şirnexê bikin.
- Li pêşiya sefaretxaneya Tirkiye ya li Hewlêrê meşek bê saz kirin.
- Ji bo şehîdên Roboskiyê şîn bê avakirin.
ÊRIŞ QOSER - ANF/SILÊMANÎ
Li Tehranê protestoya Roboskiyê
Kurdên li Tehrana paytexta Îranê dijîn, li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê Romkujiya Roboskî yak u 35 kurd têde jiyana xwe ji dest dan proteto kirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Mehrê, îro danê sibê komek li ber Balyozxaneya Tirk a li Tehranê li hev kom bûn û komkujiya di 28’ê kanûnê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û 35 kes têde jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan, protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşimên li dijî hikûmeta Tirk hatin gotin.
Serokê Fraksyona Parlementerên kurd ên Îranê Îkbal Muhammedî komkujiya Roboskiyê ya ku di 28’ê kanûnê de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê rû da û di encamê de 35 jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û diyar kir ku rêveberiya Enqereyê gelê xwe bi xwe qetil dike.
TEHRAN