Delegasyonên Rojava bi sazî û dezgehên avakirin ji konferansê re mînakên şênber pêşkêş kirin. Hevseroka Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah, Endama TEV-DEM'ê Welîde Botî, Mîzgîn Zeydan û Elîzabeth Gewriye têkildarî geşedanên Rojava de nirxandin kirin.

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, diyar kir ku berê şoreşa Rojava rêxistinbûna jinên Kurd hebû û li hemberî rejîma Baasê têkoşîn dikir. Abdullah, anî ziman ku hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û pirsgirêkên din hebûn û wiha got: "Di dema tekoşînê de gelek jin rastî zulm û zordariyê hat, gelek jinan jiyana xwe jidest da, di zindanan de man. Jinên Kurd gelek bedelên mezin dan. Rejîma Baas polîtîkayên cuda li hemberî jinan dan meşandin. Di aliyê siyasi, aborî ,civakî li ser jinê de gelek zehmetî pêk hatin. Di wî warî de jina Kurd xwediyê mîrasekî dewlemende, xwedî tekoşînakî dem dirêj e. Jinên Kurd di roja îroyîn de dikare bi lez hemle bike. Ev hemle li Rojavayê Kurdistanê li ser dû asta pêşket. Hemla yekemin ji bo çareserkirina pirsgirêka netewî a Suriye li ser vê bingehê xwe rêxistin kir. Hemû sazî û dezgehê li ser vê bingehê hatin rêxistinkirin. Jinan di hemû saziyan de cihê xwe girtin. Em dikarin bibêje ku di gelek saziyan de jinê pêşengiyê dikin. Di tevahî sistema ku Rojava hate avakirin de rola jinê gelek girîng bû ev di pretîkê de jî diyare. Jinan xwe xweser rêxistî kir. Em dikare bibêjin şoreşa Rojava bi rengê jinê , pêşengiya wê dimeşe. Di aliyê siyasî û rêxistinî de ev yek derket holê. Jina Kurd di parastina herêma Rojavayê Kurdistanê de jî rolekî gelek mezin list. Li hemberî mudaxaleyan jî bi berxwedanek mezin li berxweda. Hînê li gelek herêman şer hene, jin di van şeran de şehîd ketin. Jin di nava parastinê de jî di asta herî bilinde cîhê xwe digire. Herî dawiyê li berxwedana bajarê Efrînê de hevale me ya jin Heval Silav di berxwedanê de şehîd ket. Vê şahadetê bandorekî gelek mezin li ser tevahî gelê Kurd kir bi taybetî li ser jina Kurd kir. Cara yekemîne jina Kurd li Suriyê di ware parastinê de parastinekî xweser dike. Li ser bingeha nirxên jinê xwe bi rexistin dike."

'Jin azad nebe civak azad nabe'

Abdullah, anî ziman ku di şoreşa Rojava de jina Kurd hem berpirsariyan netewî da ye ser milê xwe hem jî bi nasnameya xweser xwe bi rêxistinî dike û wiha axivî: "Jin bi vê yekê pergala xwe avakir. Ev heke jî encama felsefeyekê ye û li ser esasê tekoşîna azadiya jinê pêk hat. Heke jin azad nebe civak azad nabe. Heke di sîstemekê de îrada jinê nebe, hebûna jinê nebe, biryara jinê nebe, pergalekî bi hêz nayê avakirin. Di Rojava de ev çand heye ev çanda demekî dirêje tê meşandin. Ev çanda bi tekoşînekî gelek mezin hate pêşxistin. Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî gotinekî mezine. Ev ji bi tekoşina li dar xist ravekir. Li Rojava gelek meclis hati avakirin. Li Rojava gelek saziyên neteweyî hatin avakirin. Ligel wan jinan pergala xwe ya xweser çê kir. Li tevahiya bajarên Rojava jinan meclîsên xwe yên xweser ava kirin. Bi hilbijartinan meclîs hatin avakirin û bi hilbijartinan rêveberiyên xwe diyarkirin. Niha hemû li ser kar in. Jin ji bo çareseriyê pirsgirêkan dixebite. Li tevahiya Rojava 15 navendên jinan hatin avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan xebatan dikin. Li van navendan perwerdehî tê dayîn. Ji bo jin di her alî de xwe bi hêz bike û ji bo çareseriya pirsgirêka xwedî vîn bibe xebatan di meşîne." Abdullah, da zanîn ku li Rojava jin ji bo pêşxistina zimanê zikmakî kedekî mezin didin û di vê yekê de israr dike. Abdullah, bilê v kir ku li Rojava hêza herî bi rêxistîn hêza jinê ye. Abdullah, dest nîşan kir ku dema pêvajoya Rojava dest pê kir gelek civîn li dar xistin û wiha pê de çû: "Bi dest pêka Rojava gelek civîn hatin lidarxistin. Di van civînan de projeyek hate avakirin. Projeya me 'Xweseriya Demokratîk' bû. Pirsigrêkên li Rojhilata Navîn a herî sereke pirsgirêka hişmendiyê ye. Divê hişmendiya bandor li ser pergalê kir bê rakirin. Li ser zihniyetekî desthilatdar pergala hatin avkirin. Xweseriya Dmeokratik avakirina civakekî nû ye. Di her alî de ji nû ve bê rêxistin kirin e. Vina civakê ya nû ye. Ji bo civak xwe bike hêz û xwe rêve bibe ye. Destkeftiyên Rojava encama vê yekê bûn. Heke ev model nehatiba avakirin dê li ser Rojava gelek xeteriyên mezin çê bibe. Proje tenê ji bo gelê Kurd tenê nîn e ji bo hemû gelan e. Tenê Kurd pirsgirêkan najîn. Ev pergal ji hemû gelên li Rojavayê re vekirî ye. Kî bixwaze dikare bi riya hilbijartinan bikevin rêveberiyan. Em Kurd tenê mafên xwe yê parastinê bikartînin. Em temsîla siyaseta demokratîk dikin. Şoreşa Rojava şoreşekî aştiyane ye. Em dixwazin hem pirsgirêka Kurd û hemû gelên Sûriyeyê li ser demokratîkbûnê çareser bikin. Ligel hemû reşkirinên li ser me me dîsa jî me ev esas girt û em dê israr bikin. Em li hemberî tu hêz û netewan nin in. Di siyaseta me de biratî û îtîfak esas tê girtin. Em mafê tu kesî înkar nakin û red jî nakin."

Mamosteyê azadiya jinê

Endama TEV-DEM'ê Welîde Botî, diyar kir ku ew gelek keyfxweşın tevlî konferansê bûn û wiha got: "Di dest pê kê de me zehmetî kişandin. Ji ber ku hemû sînorên derdora Rojava girtîbûn. Li Amedê konferansê dest pê kiribû lê me nedikarî me biçin. Vê yekê em gelek xemgîn dikirin. Pişt re li ser hewildanên hevalan deriyê sînor hate vekirin. Piştî derî vebû em gelek keyfxweş bûn. Konferansekî wisa ji bo Rojhailata Navîn girîng bû. Ev konferans ji bo jinan gelek girîng bû. Ev konferans dê bibe konferansa israrkirina jinê ya di her alîde xwe pêş bixwe û di rêveberiyan de cih bigire."
Botî, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Rojava şoreş pêk tê. Ligel zehmetiyên jiyanê berxwedana jî didome. Têkoşînekî li hemberî rewşa heweyî pêk tê. Di têkoşîna Rojhilata Navîn de jinê cihê xwe girt lê bi nasnameya xwe di nav yêkê de cih negirt. Lê li Rojavayê Kurdistanê jin bi nasnameya xwe tevlî şoreşê bû. Jinê ji şoreşê re rêbertiyê dike. Di daketin kolanan de jinan pêşengî kir. Pirsgirêk hene. Berî şoreşê û di nava şoreşê de jî pirsgirêk didomin. Ev pirsgirêk ên civakî ne. Nêrînên li hemberî jinê yên malbatî hêj didomin. Aliyê jiyanî de pirsgirêk tên jiyîn ji ber ku her tim jin weke tenê li malê dihate dîtin û berê xwe dida zarokan. Ji ber ku dixwaze xwe ji vê çerçoveyê derbixe hinek zehmetiyan dikêşîne. Dema şoreşê dest pê kir mirasekî me yê şoreşê hebû. Li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku Têkoşîna Rizgariyê li vir xebat meşandin ev yek ji me re bu mîraseke mezin. Ev yek ji bo jin bi nasnameya xwe û hêza xwe tevlî şoreşê bibe bû pêşeng. Em weke jin Serokatiyê weke mamosteyê azadiya jinê dibînin. Mamosteyê azadî û aştiyê ye. Em jin çi ji Rêber Apo re bêjin kêm e. Me di her alî de bi Rêber Apo xwe nas kir. Ji bo azadiya Serok Apo ji çi dest me bê em dê bikin. Hemû xebatên jinên Rojava ji bo azadiya Rêber Apo pêk tên."

'Jin dixwazin di her alî de xwe xurt bikin'

Endama Partiya Lîberal Mizgîn Zeydan jî diyar kir ku niha li Rojava di nava şoreşekê de ye û wiha got: "Jiyana gel di nava şer û peçûnan de derbaz dibe. Gel gelek zehmetiyan dikişe. Ligel vê yekê berxwedana gel û rihê şoreşgerî di nava gel de xurt e. Gel bi hemû hêza xwe li hember dijmin di raweste. Jinên Rojavayê Kurdistanê di nava van herdu salên dawî de pir berxwedan. Jin di xwazin di her alî de xwe xurt bikin. Ji bo ku di aliyê perwerdehiyê de xwe pêş bixe tevlî qursên ziman dibin û bi hêz xwe tevlî şoreşê dibin. Em jî xwazîn yeketiya gelan bê avakirin. Jinên li Rojavayê Kurdistanê dibin banê Yeketiya Parastina Jinan (YPJ) de xwe bi rêxistîn dike. Li Sûriyeyê xebatên me yên ji bo jinan didomin û me Partiya Însiyatîfên Jinên Sûriyeyê avakiriye û ev partî ji 14 partiyên cuda û ji 22 endaman pêktê. Di nav partiyê de jinên ereb, suriyanî û gelek jinên derdorên cuda tevlî bûn. Ev partî li ser mafên jinê, wekheviya di navbera jin û mêr de, qanunên li ser jinê tên çêkirin û ji bo jin jî weke mêr xwedî hemu mafan bin xebatên xwe dimeşînin. Li Rojava jiyan dibin şert u mercên giran de derbaz dibin û di hêla pêwîstiyên jiyanê yên weke nan,mazot,şirê zarokan derman û hwd.. de gelek zehmetiyan dikişînin."

'Jin azad nebe civak azad nabe'

Nûnera Partiya Suryanî ya Sûriyeyê Elîzabet Gewriye jî wiha got: "Heta Kurdistana azad nebe Rojhilata Navîn azad nabe. Di encama têkoşîna vî gelî îro konferansekî wisa pêk tê. Ez gelek keyfxweş im tevlî vê konferansê bûm. Bi taybet Suryanî û jin gelek pirsgirêkên cidî dijîn. Ji bo zimanê xwe ji bîr nekin gelek berxwedan li dar xistin." Gewriye, anî ziman ku wan Yekîtiya Jinên Azad a Mezopotamya ava kir û wiha axivî: "Jin azad nebe civak azad nabe"

DÎHA/ENQERE