Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê, Dayîkên Aştiyê, rêveberên ÎHD'ê, Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Eşref Muhamedoglu û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Diyar TUHAD-DER'ê Fahrî Azbay, daxuyanî xwend û diyar kir ku li welat hêj cenaze tên û xwest ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û muzaker dest pê bikin û serbest bê berdan. Azbay, da zanîn ku li girtîgehan pêkanînên dijmirovahî pêk tên û xwest raya giştî bi hestiyar be. Azbay, destnîşan kir ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li ber sînorê mirinê ne û wiha axivî: "Li gel raporên tipa edlî û nexweşxaneyan hene nayên dermankirin û terkî mirinê dikin. Em careke din bang li hikûmeta AKP'ê û Wezareta Dadê dikin. Dest ji van pêkutiyên dijmirovahî berdin. Hun li hemberî dîrokê sûçê mirovahiyê dikin. Hun dê di wijdanan de mehkum bibin."
DÎHA/AMED