18'ê Adarê de bê pêşandan. Belgefîlma ku li ser "Koça bi zorê" radiweste serpêhatiyên koçberan û zor û zahmetiyên wan tîne ziman. Belgefîlma ku ji aliyê derhênir Şehbal Şenyurt ve hatiye amadekirin, li ser zagona "Zagona Der barê Tezmînnata Mexdûriyeta ji ber Têkoşîna bi Terorê re derketiye holê ya hêjmar 5233'an" niqaş dike. Belgefîlm li ser Kurdên ku ji aliyê leşkeran ve bi zorê ji gundê xwe hatin derxistin û pişt re koçî bajarên metrepolan bûn radiweste. Dîsa pirsgirêkên koçberan a li metrepolan vedibêje.
Ji sala 1985'an heta niha ji ber pevçûnan bi hezaran gund vala bûn û bi 100 hezaran welatî ji gund û warê xwe koçî metrepolan bûn. Welatiyên ku ji gundê xwe koç bûn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Der barê dewletê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropaye dan û bi hezaran euro tazminat ji dewletê girtin. Piştî vê yekê dewletê di sala 2004'an de zagona taybet a "Hêjmar 5233" derxist. Di vê belgefîlmê de nakokî, çîrok û serpehatiyên Kurdên ku koç bûne tê ziman. Belgefîlma Sulhname, piştî hate amadekirin yekem car di tîrmeha 2011'an de derket pêşberi temaşevana nû rastî eleqeyek mezin hat. Belgefîlm dê di 18'ê Adarê de li Modernê ya Stenbolê saet di 15.00'an de dîsa bê pêşandan.

STENBOL