Xweserî en federasyon
Beşar diyar kir ku dewleta Sûriyeyê ji Kurd û Ereban pêk tê, û destnîşan kir ku mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Beşar diyar kir ku dê Kurd di nava Sûriyeyê de biryara otonomî, heta dewleta federal bidin.
Beşar ragihand ku wana beriya demekê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî û Barzanî gotiye; “Divê Kurd heta dawiyê yek bin û mafên xwe biparêzin.” Beşar got; “Birêz Barzanî got ku ew ê di xizmeta gelê Kurd ê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de de be. Her wiha soz da ku ew ê piştgirî bide Meclîsa Netewî ya Kurdan û bi cîhanê bide nasîn.”
'Helwesta Tirkiyeyê ne ji dil e'
Ebdulhekîm Beşar got ku dahatûya Sûriyeyê ne ronî ye û ew li dijî mudaxeleyên ji Tirkiyeyê û welatên din ên ku hemberî Sûriyeyê pêk bên e. Beşar destnîşan kir ku Tirkiye diyar dike ku ew li dijî komkujiyane û got ku lê Tirkiye vê yekê ji dil nabêje û got; “Ger Tirkiye dirust bûya, dê mafê Kurdan bi daya û statûya wan nas bikira. 25 milyon Kurd li Tirkiyeyê hene û di makezagonê de weke neteweyekê nayên hesibandin.”
Beşar der barê îdîayên ku dibêjin Meclîsa Neteweyî ya Sûriyeyê nunertiya Kurdan dike jî nirxand û diyar kir ku di nava wê de hin kesayetên Kurd hene, lê belê ew nikarin nunertiyê bikin û got; “Kesên ku dixwazin bi Kurdan re hevkariyê bikin, baş dizanin ku nunerên rast ên Kurdan kî ne. Bila baş bizanin ku kesên dixwazin hîle bikin û dixwazin Kurdan bixapînin, dê winda bikin.”
Beşar bal kişand ser îdîayên çapemeniya Tirk ên der barê têkiliyên Kurdan li gel rejîma Sûriyeyê jî û û van nûçeyan derewand. Beşar destnîşan kir ku Sûriye nikare ji guhertinê bireve û diyar kir ku dê Kurd nebin aliyê şereke navxweyî li Sûriyeyê.
BARZAN ÎSO-ANF/HELEB