Oldarên Herêma Federal ya Kurdistanê semînera bi navê "Îslamiyeta rast û parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" li navçeya Ranya ya Silêmaniyê semîner pêk anî. Semîner ji aliyê komîtaya Kêmnetew û Baweriyan ya KCK ve hat organîzekirin. Di semînerê de oldarên navdar Şêx Abdurehman Nexşîbendî, Mele Abdulah, Mele Mistefa, Mele Aladîn, Şêx Mehemed, Şêx Latîf û pêşiyên Heremê Ako Axa û Serokê Partî Çareserî Demokratî Kurdistanê (PÇDK), Şaredarê Qandîl Şêx Omer û bawermendên herêmê amade bûn.
Şêx Abdurehman Nexşîbendî di semînerê de axivî û diyar kir ku, di roja wan de yekîtiya Kurdan ji hemû dema girîngtire û wiha got: "Di îslamê de wekhevî û biratiya gelan heye. Lê berî her tiştî dibê gel dinavbera xwe de yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo yekîtiya Kurdan pêk bê divê ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin. Birêz Ocalan zêdeyî 7 mehin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev nêzîkatî di tu pîvanên mirovan de hayê qebûlkirin."
Nexşîbendî,. da zanîn ku êdî gelê Kurd tecrîda li ser Ocalan napejirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan xwediye girîngiyek mezine. Girîngiyek mezin dide tarîqata Nexşîbendî û Qadirî. Îro Rêber Apo ji bo gelê Kurd têdikoşe. Divê hemû gelê Kurd li Birêz Ocalan xwedî derkeve.”
Mele Abdulah, Mele Mistefa, Mele Aladîn, Şêx Mehemed, Şêx Latîf û Serokê Partî Çareserî Demokratî Kurdistanê (PÇDK) jî axaftin kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin. 

ANF/HEWLÊR