TUAD DER'a Amedê ji bo balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş daxûyanî da çapemeniyê. Daxûyanî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk hat. Serokê TUAD-DER'ê Sirri Dogan, rêveberên komeleyê, rêveberên BDP, rêveberên MEYA-DER'ê, Goç DER, Însiyatifa Dayîkên Aştiyê û xizmên girtiyan tevli daxûyaniyê bûn. Serokê TUAD-DER'ê Sirri Dogan daxûyanî xwend û diyar kir ku 13 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û wiha got: "13 sale Birêz Abdullah Ocanlan di girtîgeha de bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin. Hikûmet AKP'ê bi zihniyete tolê digire. Birêz Ocalan nêzî salekê ye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê nake. Her tim bi hincetên vala hevdîtin tê astengkirin. Di vê warî de kêştî na ramana hikûmeta AKP'ê xerab e."

'Tecrîd û îzolasyon weke şantaj tê meşandin'
Dogan, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsgirêkên tendurîstiyê dijî û li gel vê yekê bi awayeke rêk û pêk dermankirina wî nayê kirin û di hucreyê de tê girtin û wiha axivî: "Li gel ku nexeşiyên Birêz Ocalan ên giran, nayê dermankirin. Berevajî vê yekê her diçe şertên wî giran dikin. Divê mafên wî tên ewlehî, tendurîstî û azadiyê bên dayîn. Tecrîd û îzolasyon weke şantaj tê meşandin. Pêkanînên li Îmraliyê û li hemberî Birêz Ocalan, mirina bi demê re tê belavkirin e."

'248 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne'
Dogan, bal kişand ser girtinyên nexweş û wiha pê de çû: "Ji ber mercên girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş û yên rewşa wan giran dimînin hene. Niha nêzî 248 girtî ên bi nexweşiyên giran re rû bi rû di girtîgehan de ne. Ji ber nexweşiyên giran heta niha 33 girtiyan jiyan xwe ji dest dane. Ji ber xemsariya dewletê bi sedan girtî li benda mirinê ne. Dosyayên ji Serokomar û Wezareta Dadê re hatin şandin bê encam dimînin." Dogan, navên girtiyên nexweş di daxuyaniyê de xwendin.
Dagan, destnîşan kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de binpêkirina mafên mirovan zêde bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zextê û zordariyên li ser girtiyan bi pergalî pêk tên û her roj berdewam dikin. Sedema pirsgirêkan dewlet e. Em dixwazin mafên Birêz Ocalan ên ewlehî, tendurîstî û azadiyê pêk bên."
Dogan di dawiya daxuyaniyê de navên hinek girtiyên nexweş ji raya giştî re aşkera kirin. Navên hinek girtiyên ev in: Îzzet Turan, Îsmet Ayaz, Taylan Cîntay, Mehmet Emîn Oskan, Halîl Guneş, Înayet Mete, faysal Encu, Murşît Aslan, Cevzet Derse, Îsmaîl Tuzun, Bahattin Solhan û Ramazan Ozalp.

DÎHA/AMED