HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Êrîşa hate lidarxistin, berdewamiya komkujiya li Roboskiyê 34 mirovên me ji aliyê dewleta faşîst hate qetilkirin e. Ev êrîş konsepteke nû ya îmhayê ye ku dewleta dagirker li hember sekna bi rûmet û berxwedêr a gelê Botanê û bi giştî gelê Kurdistanê nîşan dide, xetimandina wan nîşan dide. Ev pratîkbûyina daxuyaniyên rayedarên dewleta tirka faşîst ên di demê cûda de bilêv dikirin, digotin li dijî Şirnex û Colemergê wê pêkanînên me yê cûda hebin.
Dema mirov rewşên zivistanî li ber çavan bigre, wê bê dîtin ku ne pêkane gerîlayên me li van herêman çalakiyan li dar bixe. Herweha ciheke weke Colemergê, bi nêzîkbûna xwe ya ji Tevgera Azadiyê re tê zanîn û bajareke me yê gelek caran dewleta tirk bin xistiye, nayê fikirîn ku çalakiyeke bi vî rengî ji aliyê me ve were lidarxistin. Waliyê dewleta faşîst hîn bûyer nehatiye lêkolînkirin, tevgera me û gerîlayên me tewanbar dike. Ev jî helwesta nixumandina ser vê komkujiyê ye ku ji bo dewleta faşîst careke din li ser sûc neyê girtin.
Gelê me yê welatparêz ê Colemergê di serî de hemû gelê me yê Kurdistanê divê li dijî hewldanên komkujiyê yên bi vî rengî ku ji aliyê dewleta tirk were lidarxistin hişyar be, di çarçoveya xweparastinê de (parastina cewherî) divê her cûre berpirsyariyên xwe pêk bînin.
ANF/BEHDÎNAN