Lijneya Koordinasyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku li ser bingehek mezin hatiye avakirin di derbarê komên çeteyan û helwesta Tirkiyeyê de bertekên xwe anîn ziman. Lijneyê diyar kir ku, komên çeteyan di ser Tirkiyeyê re bi destûra Tirkiyeyê derbazî Sûriyeyê dibin. Li gorî nûçeya di malpera Ajansa Nûçeyan a Rojhilata Nêzîk Lijneya Koordinasyona Neteweyî roja borî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku, endamên çeteyan ên çekdar li Tirkiyeyê tên perwerekirin û wan dişînin Sûriyeyê.
Bertekên xwe bînin ziman
Lijneyê xwest ku hêzên navneteweyî ji ber vê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê bertekên xwe bînin ziman. Lijneyê anî ziman ku, kesên derbaszî Sûriyeyê dibin xwedî ajandayên Tirkiye û biyanî ne û gotin Tirkiye destûrê didin çeteyan ku derbazî Sûriyeyê bibin. Lijneyê da zanîn ku, ev helwesta Tirkiyeyê ne ji bo fêdeya gelê Sûriyeyê û şoreşa azadiya rûmet û gelê Sûriyeyê ye.
Lijneyê destnîşan kirk u, rêxistinên çekdar ên wekî Ahraru'ş-Şam, Ahrar el Umme Ahfad-i Resul li Serêkaniyê êrşî gelê Serêkaniyê û saziyên Rejima Sûrî dikin û malê gel wêran dikin. Lijneyê xwest her kes vê yekê bibîne û zextan li ser Tirkiyeyê zêde bikin.
ŞAM