Rojnameyê bi nirxandina "Enqere Girtîgeha Rojnamegerên Mezin a Cîhanê ava kir" helwesta Tirkiyeyê û Enqereyê ya li hemberî rojnamegeran û ramanê anî ziman. Rojnameyê anî ziman ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji rojnamegeran dixwazin nazik nêzî wî bibin û kesên li wî guhdar nakin jî digire û davêjin girtigehê û wiha nivîsand: "Li Tirkiyeyê 49 nûçegîhan di girtîgehê dene. Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de welatê Çîn û Îranê li pişt xwe hiştiye."

Rojnameya Tîmes cih da tabloya Komîteya Parastina Rojnamegeran û wiha dewam kir: "Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Tayyip Temel bi îdîaya "Endamê rêxistinkirina Kurdan e" û bi talûkeya cezakirina 20 salan re rû bi rû ye. "
Rojnameyê anî ziman ku hikûmetê hemû patronên çapemeniyê bi xwe ve girêdane û kesên li gorîe feraset û hişmendiya wan nanivîse bi riya patronên medyayê wan ji kar derdixe. Rojnameyê cih da rewşa nîvîskarê Rojnameyae Mîllîyetê Hasan Cemal û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê wekî ava li ser sêla sor bifûre tune dibe. Rojnamegerê Emeriqî Walter Cronkite jî berê der barê feraseta Erdogan de gotibû "Erdogan dixwaze di pêşengiya xwe de ne azadiya ramanê, li gorî xwe azadî u demokrasiyê pêş bixe" û helwesta Erdogan re. 

DÎHA/ENQERE