Yên ku hindik be jî, ji dîroka Îranê ya nû û bi taybetî piştî sala 1979´an haydar bin, dizanin ku çiqasî partî û rêxistin, tevger û sazî, bi navê reform û guhartinê hatibin avakirin jî, biqasî misqalêkê jî, ji zihnîyeta Îranê nikarin biguherin. Lê, di pirr demên dîrokî de, bi pirranî di nava 35 salan de, dikarîbûn Îranê neçarî guhartinan bike. Lê desthilatdarên olî, serbazî, bazirganî, siyasî û qanûnî, Îranê hem li hundir û hem li derve, ji bo ku rejîmê biparêzin bi rêbazên cuda, çi ji destê wan hat kirin. Desthilatdarên Îranê, mixalefet neçar hiştin ku welat bi cih bihêlin û bibin penaber, an jî di hundir de pasîfîze bibin. Desthilatdaran her dem, behaneya pirgirêka ewlekariyê, li pirgirêka Kurd û gelên din nêrî ye û alozî, nakokî xurt kirine.
Rayedarên Rejîma Îranê, her car mîna birînêkê di bedena Kurdan de bikolê, çend siyasetmedarên Kurd, bi hev re di zindanên Îranê de bi dar ve dike. Ev hovîtî û mekanîzme hewqasî dijwar e, ku ji aliyê hêzên hundir û derve ve niakre wêrê rawestandin. Jixwe mirov nikare qala mekenîzmeya derve jî bike, ji ber ku daxuyaniya rêxistinên sivîl ên navneteweyî, ji bilî peyvên "klîşe" tiştekî din nabêjin û ne xwedî bandor in. Rejîm jî van gotinên klîşe ciddî nagire. Tenê, di asta cîhanê de hinekî teşhîr dike. Lê ne xema Tahranê ye û mûyekî ji yê ayetullahan jî nalivîne. Ev jî dide xuyakirin ku bê wijdanî û bêexlaqî gihaye asta herî jor.
Li alîyeke din jî, dewletên Ewrûpa û Rojavayî xemsar in mîna ku li Perlemana Federal a Belçîka hate dîtin: di nîqaşên navberê Perlemantarên Kesk û netewperestan de, perlemantarêkî got; "têkiliya me bi welatan re ku li Rojhilata Navîn mafên mirovan binpê dikin bi wî rengî ne, mîna ku em ji wan re dibêjin tiştên hundirê welatê we, me elaqedar nakin, lê petrola we bi tenê me elaqedar dike". Ev reng û zihniyeta Ewrûpa ye. Jixwe cewherê têkiliyên welatên Ewrûpa, bi welatên mîna Îran û Erebistana Suûdî re, wisa ne. Eger mîna mirîşkan mirov werin daliqandin û werin serjêkikirin çi xema wane?
Lê ya balkêş ew e kû, hûkûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên partiyên siyasî a desthilatdar, ku bi Îranê re xwedî têkeliyeke germ in, qet dengê xwe nakin. Balkêş e, li hemberî darvekirinan, deng ji wan dernakeve. Bi heman zêhniyeta desthilatdariyê û dewletdariyê nêzî zarokên Kurdan dibin. Malbata Elî û Hebîb Efşarî ku hatin dardekirin niha li Başûr in û dibêjin; "Em ji hikûmeta Herêmê dixwazin her ji bo du kurên me yên din ku di zindanê de ne, hewl bidin ku serbest werin berdan".
Eger, li hemberî vê tabloyê wijdanê mirov neheje, ew ne mirov e. Hem du kurên te werin dardekirin û hem du zarokên te yê din jî, di zindanê de bin, pirr zor e. Bila ev tablo û ev gotin û ev rewş, weke derziyeke di laşê her kesî de be.
Îran, tola şikestina xwe ya li şerê Heseke digirê. Dixwaze pêşî li bandora serkeftina Kobanê û bandora li hundirê Rojhilata Kurdistanê bigire. Ji bo vê jî, Îranê, ji bo tolhildana ji dîlên di destê xwe de, bi namerdane dardekirinan dike û dikuje. Dardekirin tê wateya xerakirina agirbestê. Tê zanîn ku agirbesta sala 2011´an, li ser esasê lihevkirina bi PJAKê re bû û heta îro didome. Kiryarên rejîma Mollayên Îranê, tê wataya şerê li hemberî gelê Kurd. Ji ber ku yên hatin dardekirin hemû ne endamên PJAKê bûn. Lê Îranê, weke her car, vê carê jî bersiva daxwaza diyalog, çareseriya demokratîk bi darvekirinê da. Bi tinekirina şoreşgerên Kurd da. Ev tê wateya ku ew dixwaze te tine bike û tu xwedî maf nebî.
Lê divê gelê Rojhilatê Kurdistanê, darvekirinê weke karekî rûtîn asayî nebîne. Divê Kurd, vê kiryara kirêt mîna bûyereke asayî nebîne. Çawa ku 1999´an, li dijî dîlgirina Birêz Ocalan û li 2014´an de, ji bo Kobanê rabûn ser piyan, divê li hemû aliyan xwe rêxistinî bike û bersiva darvekirinan bide. Ya rats û pêwist ev e.
Eger kuştina Şerefkendî, Qasimlo, darvekirina Ferzad Kemanger û bi dehan hevalên wî encamek û destkeftek dabane Îranê, îro bi sedan, bi hezaran ciwanên Kurd, wî ne li çiyayan bûna: Ne jî di berxwedana Kobanê de cih bigirtana. Îro, Îranê zarokên Kurdan darvedike: Malbat, civakê û rêxistinên ciwanan xemgîn dike. Lê divê werê zanîn ku her mirinek ji bo gelê Kurd destpêkek e. Kîjan diktator li Rojhilata Navîn be, bi giştî bi aqûbeta têkçûnê re rû bi rû maye. Pêşiyan belesedem negotiye, "Tolle be sebir e, ema be zebir e"... Ev tê wataya ku "em ê di tolhildanê de bi sebir bin, lê wê pirr hişk û dijwar be tolhildan". Îranê nikare pêşiya gerdûnî-bûna hêza Kurdan û rola wan bigire. Ew ê li ser sehneya dîrokê jî wê serketina mezin bibînê. Kurdan, êdî fam kiriye ku Îran çiqasî li Bakurê Kurdistanê, bi rêya noker û hevkarên xwe provokasyonan bike, çiqasî li Rojavayê Kurdistanê bixwaze şer ji bo rejîma Esed bike jî, lê êdî ew nikarê çerxa dîrokê paşda bizivîrîne.