Li paytexta Hollanda Amsterdamê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek lidar xist. Nivîskarê rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîkayê Ahmet Kahraman weke qiseker beşdarî panelê bû û got, "Komara Tirkiyeyê vê carê bi rengekî cuda hildiweşe. TC vê carê bi awayekî din ket. Zerara ku hikûmeta Erdogan daye, nepêkane ku di nava 20-30 salan de ji holê were rakirin."
Kahraman bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê û got, "Vana, ji bilî bawerî û mezheba xwe, baweriyeke din nas nakin. Ev mezheb îro, rêxistineke mîna AKP'ê weke alîgirê xwe dibîne. Ev keriyê kujeran ku xwedî heman mejî ne, berî niha bi çend mehan li Cizîrê, piraniya wan xwendekarên lîse û zanîngehê 147 kes bi saxî şewitandin."
Kahraman got, "Yên ku mûxalîf mane, tenê Kurd in. Yên ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin, tenê Kurd in. Herkes baş dizane ku sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan. Tevgera ku li Rojhilata Navîn hurmetê nîşanî mafên mirovan û azadiyê dide, Tevgera Azadiyê ya Kurd e.
AMSTERDAM