Ji bo avakirina civakeke nû
Di konferansê de hîn zêdetir li ser sîstema Hemwelatiya Azad û Yeksan hate rawestandin û hate gotin ku, ev sîstem xwe dispêre civakê û ji civakê hêza xwe digire. Ji ber civakê çiqas xwe bi rêxistin kir ewqas bi hêz dibe. Her wiha tevgera hemwelatiya azad û yeksan di her alî de bi rewş û erdnîgariya Kurdistanê re di nava hevsengiyê de ye. Ji lewma jî em dikarin bi riya vê tevgerê gelek pirsgirêkên civakî yên heyî çareser bikin, ji ber ew modeleke nû ya avakirina civakê ye.
Di dawiya konferansê de hemû endamên meclîsê yên hatine hilbijartin derketin pêşberî beşdarvanên konferansê û di derbarê radeya ku wê tê de beşdarî kar bibin anîn ziman û careke din hemû kes bi wesîleya vê konferansê hatin pîrozkirin. Her wiha careke din endamê meclîsa hemwelatiya azad û yeksan Silêman Wertê di dawiyê de axivî û wiha got: “Divê her kesê ku di vê konferansê de amedebû bi taybet jî kesên ku hatine hilbijartin xwe di ber kar û xebata ku wê were meşandin de berpirsyar bibîne. Ji ber avakirina civakeke nû erkê me hemûyane û careke din em serkeftina vê konferansê li her kesî pîroz dikin.”
ANF/RANYA