"Li dijî zilma Fîravun ya li ser Îsraîlan berxwerdana Hz. Musa heye. Tişta li Tirkiyeyê tê jiyan kirin jî dişibe vê. Îsraîlan zilma Fîravun tiştek wek normal didîtan. Hz.Musa jî ji wan re got 'Hun wek koleyan nehatin cîhanê. Hun jî wek Fîravun û gelê Misirê wekhevin. Hun jî xwedî mafen wan nin.' piştî vê bangê tekoşîna azadî bûnê da û ew azad kirin."
Nurdenek, got zilma li Îsraîlan hatiye kirin li Tirkiye Kurdan tê kirin û diyar kir ku divê helwesta Hz. Musa ji bo kesên baweriya wan bi olê Îslamiyetê henê li dijî zilma tê kirin bibe mînak. Nurdenek, daxuyand ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd dê mafe perwerdahiya ziman, mafe aborî, mafên bawerî û mezhep hebin û wiha berdewam kir: "Ger yek tirk zimane dayika xwe perwerdahiyê dibînê, divê Kurdek jî zimanê dayika xwe de perwerdahiyê bibînê. Ev mafekê. "
DÎLOK