Birayê Turgut, Suleyman Turgut di merasîma cenaze de axivî û got "Hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê şerekî bê exlaqî dimeşîne. Bi destê Kurdên deng dayî AKP'ê ve xwîna şehîdên me heye. Heke Botan bikeve dê her der bikeve" û banga xwedîlêderketina bajarên Kurdistanê yên li berxwedêr kir. 

Cenazeyên Mesut Arsîn û Abdulselam Turgut ên ku li navçeya Şirnexê Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin, piştî otopsiya li Êlih û Rihayê anîn Wanê. Cenaze li ber Hîtît Petrolê ji aliyê malbat, rêveber û endamên HDP, DBP, MEYADER, TUYAD-DER'ê jî di nav de ne ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyên Arsîn û Turgut piştî ku hatin pêşwazîkirin bi karwanekî wesaîtan ber bi taxa Suphanê ve birin. Di têketina taxê de jî cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û ji vir jî bi meşê birin Goristana Suphanê. 

Piştî rêzgirtinê cenazeyên Arsîn û Turgut li cem hev hatin definkirin. Hevseroka MEYADER'ê Nerîman Urar li vir axivî û diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên qatlîamê yên AKP'ê gelê Wanê bêdegiya xwe xira bike û wiha peyivî: "Îro me du şehît spartin axê. Her şehîdê ku em didin axê di esasê xwe de bêdengiya me ye. Îro yên ku li hemberî yezîdan bêdeng dimînin bila zanibin ku ev dê wisa nedome."


'Heke Botan bikeve her der dê bikeve'

Birayê Turgut, Suleyman Turgut jî axivî û got, AKP li Kurdistanê şerekî bê exlaq dimeşîne û wiha dewam kir: "Birayê min jî di vî şerî de şehîd bû. Bi destê Kurdên deng dayî AKP'ê ve xwîna şehîdên me heye. Heke Botan bikeve dê her der bikeve." û banga xwedîlêderketina bajarên Kurdistanê yên berxwedêr kir. 

Piştre birayê Arsîn, Hekîm Arsîn axivî û diyar kir ku Mehmet Tunç ê ku di heman jêrzemînê de hatiye qetilkirin, herî dawî gotiye "hema me înfaz bikin yên bêdeng mane bila neyên cenazeyên me" û banga xwedîlêderketina bajarên berxwedan li wan didome kir. 


Bombeya deng avêtin rojnamegeran 

Herî dawî parlamenterê Wanê Adem Geverî axivî û got ku dema axaftinê nîne û divê xwedî li berxwedana ciwanan derkevin. 

Piştî axaftinan girse belav bû polîsan jî bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gel kir. Polîsan bi bombeyên deng êrîşî rojnamegerên ku nûçe dişopandin kir. Polîsan 2 zarok kirin bin çav. 


 WAN






'Bersiv berxwedan e'


Cenazeyê endamê YPS'ê Mûrat Kazici yê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayî li navçeya Rihayê Wêranşarê hat definkirin. Di merasîma cenaze ya li vê derê de tevî rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bi hezaran kes amade bûn. Li navçeyê jî esnafan dikanên xwe venekirin. 

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û cenazeyê Kazici li ber sirûda Çerxa Şoreşê hat veşartin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li merasîma cenaze peyivî û anî ziman, ku AKP'ê li jêrzemînan mirovahî qetil kiriye. Ayhan destnîşan kir, ku rê û bersiva herî mezin a sekinandina wehşetê, berxwedan e û got, "bi berxwedana topyekûn re em dikarin bi ser kevin. Şehîd Mûrat ji bo rûmeta gelê Kurd li Cizîrê bi mehan li ber xwe da û şehîd ket. Bi salan e ku komkujî li gelê Kurd tê kirin. Lê belê ti carî ji rêya xwe venegeriyaye û wê venegere." 


 RIHA