Piştî taştê paqijiya malê û derdorê dikin û pişt re li ber siya dayan û konan karên destan dikin. Jinên li ser kuçikan xwarinên nîvro çê dikin piştî xarinê bi zilaman re dest bi çandina zeviyan dikin. Şivan jî piştî pez ber bi cihên gelek bi giha heyî ve dibin, çatir, rêvas, gulîk, pung û pancarên din ên tên xwarin kom dikin.

Welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Gurturk diyar kir ku li zozanan gelek mêvanan xwedî dikin û wiha got: "Her roj mêvanên me hene. Hinek ji bo gerê û hinek jî ji bo komkirina pançar tên. Ji destê me çi bê em dikin. Heke perçeyekî nanê me hebe em bi wan re parve dikin. Ji ber ku di çanda Kurdan de mêvanperwerî heye. Zozan aramiyê didin mirov. Keyfxweşiya herî xweşik ji ber ku di nava xwezayê de derbasbûyînek heye. Berf û gulên xwezayê dixemîlînin aramiyê dide mirov. Ez ji zarokbûna xwe hate niha derdikevin zozanan. Zozan girêdanekê bi mirov re çê dikin."

Çanda dengbêjiyê berdewam dike

Gurturk jiyana zozanê wiha vegot: "Em di tenuran de nan dipêjin. Lê tama nanê li ser sêlê gelek cuda ye. Nanê bi penîr û kartol. Piranî em hilberînên ji sewalan digirin bikartînin. Lê li vê xwezayê vexwarina çaya li ser bizotan cihê her tiştî digire. Jin hêj bêtir kedê didin. Berpirsiyariya mezin li ser milê jinan e û herî zêde li zozanan kedê didin. Heke karên lezgînî tunebin em naçin bajar. Ji ber ku li zozanan jiyan cuda ye. Ez 24 saetên zozanê nadim 24 sal jiyana bajar. Ji ber ku em her tiştê xwe ji xwezayê digirin û em ji vê yekê keyfxweş in. Şevê em bi hevalên din re tên cem hev û sohbetê dikin. Stranên dengbéjan tên gotin û em jî piştgiriyê didin wan. Em serê sibê zû radibin. Em nûçeyan di radoyê de dişopînin. Stranên xweşik dibêjin. Li zozanê jiyan wisa derbas dibe. Em ji rewşa xwe keyfxweş in. Çiya azadiyekî bêhempa pêşkêş dikin. Em bi xwezayê re dijîn. Heval û rêhevalên me ev çiya ne." 

DÎHA/MÛŞ