Her çiqas di lîteratur û dîroka têkoşîna çîna karkerên cîhanê de evîna 1'ê Gulanê bi têkoşîna karkerên Amerîkî yên li bajarê Chicagoyê hatibe destpêrikirin jî, ev daxwaz û têkoşîn xwe digihîne salên dûrtir û heta welatê Awistralyayê diçe.  Heta wê demê karkeran mafê xebata 8 saetî ji karsazan dixwest. Bêguman ev wê demê û vê demê jî ne li gorî berjewendiyên serdestan e. Ji wan re ne karker nexasim robot an jî wek di serdema Romayê de ji koleyan re digotin: Înstrûmenteke bideng! Pêwist bû. Lê dem û dîrok diherikî, bîrdoziya rizgariyê kemilîbû, doz nema dihate sekinandin.   

Hizra pîrozkirina cejneke proleterî û doza bidestxistina mafê xebata 8 saetî cara ewil li Awisturalyayê derket. Karkerên wê derê di sala 1856'an de ji bo mafê xebata 8 saetî xwepêşandan, kombûn û şahiyan lidarxistin û biryara karberdana bi komelî girtin. Ji bo vê pîrozbahiyê jî roja 21'ê Nîsanê hat destnîşankirin. Karkerên Awisturalyayê vê biryarê bi tenê ji bo sala 1856'an hizir kiribûn. Lê bandora vê pîrozbahiyê bi kûrahî li ser girse û çîna karker a wê derê ma. Girse ji nû ve hat ser hişê xwe û bi kelecaneke cihêreng ve li daxwaz û doza xwe germ bûn. Her wisa biryara pîrozkirina her salî jî di demeke kin de hat girtin.  

Herwiha hizra li cem mirovên ku wek koleyên abadîn yên karistanan dihatin dîtin û qebûlkirin, pîrozkirina rojeke kedê li piraniya cîhanê belav bû. 

Piştre karkerên Amerîkî dan ser şopa doza daxwaza mafên mirovî yê kar û pîrozkirina roja karkeran. Di sala 1886 an de 1'ê Gulanê wek roja karbedana cîhanî destnîşan kirin. Di 1'ê Gulanê de 200 hezar Amerîkî dest ji kar kişandin û daxwaza mafê 8 saetî ya karkirinê kirin. 

Di vê navê de tevgera karkeran a li Ewrûpa jî hêzdar bû û bi pêş ket. Di sala 1889'an de Kongreya Karkeran a Navneteweyî hat lidarxistin. Di kongreya ku 400 delege tê de beşdar bûyîn de biryara dema kar a 8 saetî di rêza yekem de cih girt. Kongreyê jî daxwaza nûnerê karkerên Bordeauxê Lavîgne erê kir û 1'ê Gulana sala 1890'î wek roja karberdan û pîrozkirina roja proleterî ya cîhanê hat qebûlkirin. 

Meha Gulanê ne tenê ji bo bîrdoziya rizgariyê ya karker, kedkar û xebatkarên cîhanê her wisa ji bo gelê Kurd jî meheke girîng e. Di vê mehê de şoreşa di bin pêşengiya Bizava Azadiyê ya Kurdistanê de rûpelên berz, paqij û pîroz li dîroka Kurd zêde kirin. Ev rûpelên ku bi ked, vîn û fedakariya bi sedan cangoriyan hatîn nivîsandin, helbet beşeke girîng a çavkaniya xwe ji hizra rizgariyê ya tevgera bindestên cîhanê digire. Li aliyê din şoreşa Kurdistanê bi vexwarina ji wê çavkaniyê ve bi sinor nema, di serdema dijwar û xitimandî ya têkoşîna gel û çînên bindest de bi raperînên nû ve rê li ber herikîna dîrokê vekir.

Di roja me de doza azadiya Kurdistanê ya bi serkeftina şoreşa Rojava re bûye hêviya nû ya gelan û bindestan doza nîvcomayî ya cîhanî jî ji nû ve germ û geş dike. Ji karkerên ku li Amerîka di encama terora dewletê de bûyîn qurbanî û heta bi Rosa Luxsemburg û Karl Lîebnecht û mirov dikare pakrewanên ku di meha gulanê de li zindana Amedê di têkoşîna li dijî terora dewleta Tirk a dagirker û nijadpereset de jiyana xwe ji dest dayîn jî di nav wê rêza meşa xwegihandina roja azadiya bindestan bi nav bike.

Yên ku piştî têkçûna sosyalîzma sovyetîk digotin; êdî ew têkoşîn mir û nema rabide. Niha li şoreşa Rojava dinêrin û dibêjin: Ev kesên ji Awusturalya, Kanada, Elmanya û wd. din tên û li wir şer dikin kî ne?

Bersiva vê pirsê jî di serdema destpêka têkoşîna mafê bidestxistina 1'ê Gulanê de veşartî ye. 

Cejna gelê Kurd û ya hemû bindestên cîhanê pîroz be!