Li gorî zanyaran salê 4.5 milyon kîlogram plastîk diherike behran û tenê ji sedî 1’ê vê plastîkê serav e. Çi ji ya mayî tê, hîna jî baş nehatiye fêmkirin. Lê ji ber u ji ûrê heywanên di kûrahiya behrê de dimînin, plastîk derdikeve, ew texmîn dikin, plastîk di kurahiya behran de li kanyonên bin deryayê berhev dibe. Niha gotareke nû dibêje, gelekî muhtemele heziyanên bin behrê plastîkê di bin xwe de dihêlin li binê behrê. Nivîskarê gotarê Ian Kane ji Zanîngeha Manchesterê difikire, ku ji ber qûm û hûrikên zê de yên li binê behrê, tayên mîkroplastîkê di nava vê, ax, qûm û hûrikên binê behran de asê mabin. De ka em binihêrin bê ma nimûne wê ji van deverên binê behran bên girtin û vê tezê piştrast bikin.

 

 LONDON