Di encama bersivdayîna şervanên Artêşa Şoreşgeran de li gund û bajarokên Şahbayê, 10 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Li Kantona Efrînê jî şervanên YPG û YPJ`ê bersiva êrîşên çeteyan li derdora Efrînê da.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji parêzgeha Idlib, herêmên bejahiya rojava ya Helebê, bajarê Ezazê û bajarokê Marî, pêr êrîşî gundên herêma Şehba û Kantona Efrînê, kir.

Şervanên YPG û YPJ`ê  li Kantona Efrînê bersiva êrîşa çeteyan li dijî Girê Şehîd Şîlan a li gundê Celmê ya navçeya  Cindirêsê da. Li aliyê din jî, çeteyan gundê Basûfanê yê ser bi navçeya Şerawa, bi hawanan topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker jî ji sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, bi mûşekan heta berê sibehê, topbaran kir. Her wiha nûçegihanên me ji herêma Şehbayê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Hîlal, Til Rifet, Eyn Deqna, Til Çîçan û Til Medîq topbaran, kirin. Topbaranê heta  derengiya şevê dewam kir. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva  êrîşa çeteyan da. Li aliyê gundê Kilcebirîn di encama bersivdayîna şervanên Artêşa Şoreşgeran de 5 çete û li aliyê bajaroka Marî jî 5 çete hatin kuştin. Her wiha li aliyê Kilcebirîn û Marî 7 çete birîndar bûn.

Şervanên Artêşa Şoreşgeran doçkayeke çeteyan a 14.5 mm îmha kir û derbasî nuqteyên çeteyên kuştî bûn. 

EFRÎN / ŞEHBA