YPG ev agahî dan: "Çeteyan ji qadên cuda hêzên alîkar anîn û êrîşek nû dane destpêkirin. Ji danê sibê heta êvarê çeteyan gelek topên hawanê avêtin navenda Kobanê. Danê êvarê jî bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşek xwekujî pêk anîn. Piştre jî li pey hev li eniya Rojhilat, Başûr-Rojhilat û Bakur-Rojhilat êrîş kirin. Hêzên me ev êrîş şikandin û derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li navenda bajêr hin nuqteyên çeteyan bi dest xistin û bi pêş ve çûn." Li gor daxuyaniyê çeteyên DAIŞ'ê ji Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Kobanê ji 2 milan ve êrîş kirin. Êrîşên wan heta danê vê sibê dewam kirin û piştre têk çûn. Li vê derê di şer de li gorî hat tespîtkirin 16 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Li Bakur-Rojhilat hêzên me derbasî êrîşan bûn û 3 cihên ku çete dagirkiribûn ji dest wan hat girtin. Li vê derê jî 8 çete hatin kuştin. Hêzên me her wiha 1 BKC, 1 B7, 2 kalaşnîkov, gelek cebilxaneyên van çekan, 1 dûrbîna şevê û 1 dûrbîna rojê desteser kirin. Li eniya Başûr hêzên me êrîş kirin û 3 nuqteyên ku çeteyan dagirkiribûn ji dest wan girtin. Li vê deverê  jî 8 kuştiyê çeteyan hat tespîtkirin. Li eniya Başûr-Rojava 2 nuqte ji destê çeteyan hat derxistin û 7 kuştiyên çeteyan çêbûn.  Li eniya Rojava li ser rêya gundê Minazê hêzên me 2 nuqteyên çeteyan rizgar kirin û 6 çete kuştin. " YPG ragihand ku 3 şervanên wan di şer de gihîştine şehadetê.

KOBANÊ