
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nûran Îmîr got, wan tespît kirine ku li Şirnexê zêdeyî 10 hezar xanî hatine xerakirin.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nûran Îmîr, li ser lêkolînên xwe yên ji 14’ê Mijdarê û vir ve li Şirnexê dikin, agahî dan. Îmîr da xuyakirin, ku wan nekarîne bala raya giştî bikişînin ser vê hilweşîna li Şirnexê û anî ziman, di vê pêvajoyê de ev hilweşîna mezin hêjayî weşandina nûçeyê jî nehatiye dîtin.
Îmîr got, “Nifûsa Şirnexê bi qasî 80 hezar e. Ji ber polîtîkayên dewletê, 60 hezar kesî ji neçarî koç kirine. Ji bilî taxên karmend û malbatên nêzî AKP’ê lê dimînin, hemû taxên din hatine valakirin. Piştî ku qedexeya derketina derve hate rakirin, hin ji welatiyan li bajarê xwe egeriyan, lê belê xaniyekî lê bi cih bibin nîne. Bajar ji 9 taxan pêk tê. 2 tax ne di navê de, hemû taxên din hatine hilweşandin. Walîtiyê da xuyakirin, ku 2 hezar 44 kes xanî xera bûne, lê AKP’yî dibêjin zêdeyî 7 hezar xanî xera bûne. Li gorî lêkolînên me, zêdeyî 10 hezar xanî xera bûne. Ev hejmareke hatiye nepixandin nîne. Hin xanî hene ku bi rîsk tên destnîşankirin û li benda hilweşînê ne. Malbat tevî rîska hilweşandinê jî li nava van xaniyan bicih dibin.”
‘Tevî her tiştî jî hêvî xwurt e‘
Îmîr destnîşan kir, ku hêviya gel gelekî xurt e û got, “Tevî vê hilweşînê jî, gelekî xurt li hemberî wan heye. Xwegihandina nava bajê bi tena serê xwe îşkence ye. Bi saetan mirov tên sekinandin. Îşkenceyê li gel dikin. Ji bo ev herêm bê valakirin, çi ji destê wan tê dikin. Lê rastiya gelekî heye, ku li dijî vê li ber xwe dide. Li vê derê îşkenceya psîkolojîk li civakê tê kirin.”
Îmîr bal kişand ser ji nû ve avakirina bajêr û got, Şirnex li benda desteka manewî, hiqûqî, tenduristî û perwerdeyê ye.
OZGUR AYDIN / ANF / ŞIRNEX