Li gundê 10 mal Sedawê pirtûkxaneyek heye bi 2 hezar û 300 pirtûkan ji bo xelkê gundên Sedawe, Karzan Heme Keyfe, Kewa Çermu, tevî xwendekarên zanîngehên Germiyan, Silêmaniyê, Kifrî û Xaneqînê.
HEWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN
Gundê Sedawe 10 xane ye lê bi rewşenbîriya xwe tesîrker e û balê dikişîne ser xwe. Li gund 10 malan hene lê pirtûkxaneyeke wê heye ku lê 2 hezar û 300 pirtûkan hene.
Gundê Sadewe yê ser bi bajarokê Kifrî yê Kelarê li Germiyanê ye û bi giştî 10 mal lê hene. Helbestvanê navdar ê Kurd, Şêx Ehmed Şakelî ev gund sala 1963’an ava kiriye. Şêx Seîd ê neviyê Şêx Ehmed sala 2012’an pirtûkxaneyek li gund ava kir. Li vê pirtûkxaneyê 2 hezar û 300 pirtûk hene. Li gund çi jin û ciwan, çi kal û mêr, her kes xwînerê pirtûkan e.
Pirtûkxaneya giştî ya Şêx Ehmed Şakelî yakane pirtûkxane ye ku li wî gundî û gundên hawîrdorê hatiye çêkirin. Pirtûkxane li cihê ku xebat û teseûfên Şêx Ehmed lê bûne, hatiye çêkirin. Armanca Şêx Seîd bi pirtûkxaneyê rewşenbîrkirina xelkê bûye.
Ji çarmedor xelk tê
Di pirtûkxaneyê de zêdeyî 2 hezar û 300 çavkaniyên cuda hene. Pirtûkên derbarê weje, dîrok, huner, helbest, roman, felsefe, siyaset, kovar û rojnameyên Kurdî yên di salên 1970’yî de yên weke Rizgarî, Hêvî, Hewlatî, Kurdistana Niwê hene. Herwiha bi zimanê Erebî ji pirtûk hene. Beşek ji van pirtûkan ên malbata Şêx Seîd bi xwe ne, û beşeke din jî yên hikûmetê û kesayetiyên rewşenbîr in.
Kesên ku serdana pirtûkxaneyê dikin, niştecih û xwendekarên gundê Sedawe, Karzan Heme Keyfe, Kewa Çermu û her wiha xwendevan zanîngeha Germiyan, Silêmaniyê, Kifrî û Xaneqînê û xwendekarên Serqala û Rizgarî ne. Her wiha beşek ji mamaostayên Zanîngeha Germiyan û Xaneqînê jî serdana vê pirtûkxaneyê dikin.
Ewa ku vê pirtûkxaneyê ji pirtûkxaneyên din ên Germiyanê cuda dike, ew e ku çavkaniyên dîrokî û wêjeyî yên cuda lê hene ku li cihên din bi zehmetî bi dest dikevin yan jî peyde nabin.
Rojê 10 ta 15 kesan
Rojane serdana pirtûkxaneyê tê guhertin, 10 ta 15 kesan rojane diçin pirtûkxaneyê. Bi taybetî xwendekarên ku tezan amade dikin berê xwe didin wê.
Ji dema avakirina pirtûkxaneyê ve Şêx Seîd bi xwe pirtûkxane bi re ve dibir. Lê qanûna pirtûxaneyên taybet sînorê xwe heye. Piştî demekê divê wê pirtûkxaneyê radestî hikûmetê bike.
Nêzî 2 salane Şêx Seîd pirtûkxane pêşkêşî Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneya Germiyan kiriye û wê ji karmend diyar kiriye. Niha karmendên pirtûkxaneyê rojane pêşwaziya xwendekaran dike.
Mekan piçûk e
Karmendê pirtûkxanê Hişyar Mihemed got, “Ji ber ku Şêx Seîd Şakelî bi xwe nivîskar bû, ji malbatekî nivîkar bû û xwedî helbest bû, girîng dîtiye ku li vî gundî pirtûkxaneyekê veke. Ji bo ji xwendinê re bibe çavkaniyeke baş ji welatiyên gund re.”
Hişyar Mihemed diyar kir ku heger dixwazin aboriyê bi pêş bixin, divê girîngiyê bidin gundan û got; “Bi taybetî divê di warê rewşenbîrî de gundan ji bîr nekîn. Ji ber ku rewşenbîrî berê esasî yê civakeke modern e. Niha cihê pirtûkxaneyê biçûk e. Em ê hewl bidin ku pirtûkxaneyê mezin bikin.”