5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza Parlementera Amedê Leyla Zana ya ku ji aliyê 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate xerakirin de careke din bi îdîayên "Ligel endama rêxistinê nîn e li ser navê rêxistinê sûc kir" û "Propagandeya rêxistinê kir" 10 sal cezayê girtîgehê da. Dadgehê li gel vê yekê Zana ji hemû mafên bê par hişt.
Rûniştina doza Parlementera Amedê Leyla Zana ya ku ji aliyê 9'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hate xerakirin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê careke din hate dîtin. Zana tevlî rûniştinê nebû û parêzer Fethî Gumuş amede bû. Dozgeriyê di rûniştina borî de mutalaya xwe xwend û xwest ku Zana ji ber hemû axaftinên di mitîng û daxuyaniyande bê cezakirin. Dozgerê Komarê Mehmet Şahîn, xwest ku Zana ji ber ku "Propagandeya rêxistinê kir" 9 caran, bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" jî carekê bi giştî bi 55 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

'Divê darizandin bê rawestandin'
Prz. Fethî Gumuş, diyar kir ku ew tevlî îdîayên dozgeriyê nabin û doza li muwekîla wî hate vekirin hêj nebibû wekîl hatin vekirin lê niha wekîl e. Prz. Gumuş, xwest ku madeya 83'yan a makezagonê bê bikaranîn û wiha got: "Çiqas dadgehê daxwaza me redkirebe jî ji bo doza muwekîla me bê rawestandin divê ji meclîsê re bê gotin. Her çiqas der heqê miwekîla min de bi madeyên 314/2 ceza hatibe xwetin jî tu sûçê li gorî wê nehatiye kirin. Miwekîla min ji ber 9 axaftinan bi "endamtiya rêxistinê" dixwazin bê cezakirin. Heke miwekîla min sucek kiribe ev yek ne 'endamtiya rêxistinê ye' Divê axaftinên miwekîlên min di çarçoveya azadiya raman de bê dest girtin. Heke cezakirin pêk bê divê madeya 43'yemîn bê bikaranîn."

Biryara Zana ji hemû mafan bê par bimîne da
Pişt parastina Gumuş navber hate dayîn. Piştî navberê dadgehê der heqê Leyla Zana de bi îdîayên "Ligel endama rêxistinê nîn e li ser navê rêxistinê suc kir" û "Propagandeya rêxistinê kir" 10 sal cezayê girtîgehê da. Heyeta dadgehê got ku Zana bi zanebûn sûç kir û ji ber vê yekê ji hemû mafên bê par bê girtin biryar da.


METÎN ÎNAN - DÎHA/AMED