Her wiha ji bo parastina xaka pîroz a Rojavayê Kurdistanê bang li hemû ciwanên Ereb, Suryan û Kurd kirin. Temenên her deh xuşk û birayan di navbera 18 û 24 salan de ne. Ji wan 6 xort û 4 jî jin in. Di destpêkê de beşdarî dewreya perwerdeya leşkerî ya Akademiya Şehîd Xebat bûn û tê de perwerdeya îdolojî, siyasî û leşkerî dîtin. Paşê li tugay û tabûrên YPG'ê û YPJ'ê yên herêmê hatin pewirdarkirin.


Rastî zilma çeteyan hatin

Şervanê Ereb Bahoz Til Koçer ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku malbata wî rastî êşkence û zordariya komên çete hatiye û got ku ew bi tekoşerîna bê hempa ya şervanên YPG'ê ya ji bo azadî û parastina rûmetê bi bandor bûye û wiha anî ziman: "Tevî 5 bira û 4 xuşkên xwe ez tevlî refên YPG'ê bûm. Em baş dizanin ku hêza YPG'ê û YPJ'ê parastina hemû pêkhateyên herêmê bê cudahî dike û me dît ku ev hêz dikare parastina hemû dever û herêmên rojavayê Kurdistanê bike. Rêgez û exalaqa YPG'ê di aştî û şer de exlaqa herî baş ê mirovahiyê ye. Van pîroziyan hiştin ku em 10 xuşk û bira ji malbatekê tevlî bibin."


Hêza herêmê ya rewa ye
Ji aliyê xwe ve birayê din ê bi bi nasnav Ciwan Til Koçer derbarê sedam û çawaniya tevlîbûna xwe de da zanîn ku yekem û tekane hêza leşkerî ya rewa li Rojvayê Kurdistanê YPG/YPJ'ê ne û wiha axaftina xwe dewama kir: "YPG'ê bi xwîna şehîdên xwe, berxwedan û tekoşîna bê navbera ji bo rêzgarkirina xaka Rojava ya pîroz ji destên qirêj ên çeteyên DAIŞ'ê, her wiha rêgez û şêwazên mirovahî yên herî bilind rewatiya xwe stand û di nava gel wekî tekane hêza rewa tê nasîn. Ji bo vê jî divê em hemû riya şehîdan bişopînin û dewam bikin. Niha em derbarê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têne perwerdekirin. Em baş bawerin ku ev fikr ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê ji bo hemû gelan e."
Ocalan rêberê hemû gelan e
Derbarê tevlîbûna xuşkên xwe de jî Ciwan wiha got: "Destpêkê ez li dij derketim ku xuşkên min tevlî YPJ'ê bibin. Lê piştî ku min fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir û min dît ku çawa azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye, helwesta min hate guhertin û min alîkarî da wan û bêhtir moral da wan ku tevlî bibin. Çeteyên DAIŞ'ê jinan wekî mulk, malên, amûr û koleyên xwe dibînin. Lê di nava refên YPG/YPJ'ê de jin û mêr bi awayekî wekhev û azad bi hev re dijîn." Xuşk û birayên ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûne bang li hemû ciwanên Ereb, Suryan û Kurd kirin ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibin da ku herêmên xweser biparêzin û peywira xwe ya dîrokî, netewî, olî û niştîmanî bicih bînin.

ANHA/TIL KOÇER




Du jinên Ereb tevlî YPJ'ê bûn

Du jinên Ereb yên bi navê Rewan û Zelal ji Til Koşer tevlî hêzên jinê YPJ´ê bûn û jiyana wan guherî. Bi gotina wan piştî ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya biratî û bi hev re jiyana gelan nas kirin, xeyala wan pêk hat û ji koletiyê filitîn. Rewan keçeke 25 salî ye. Bavê wê dema cara duyem dizewice careke din lê negeriyaye. Ligel dayika xwe maye. Jiyana Rewan jî mîna gelek jinên heremê drameke. Rewan a ji  Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ye, xwestiye timî ya di dilê xwe de pêk bîne. Rewan diyar dike ku di nav tevgera azadiyê de ferqa jin û mêran nîne û wiha got, “Heta jin ji her karî re pêşengiyê dikin. Lê belê di civaka me de jin çi qasî bihêz be jî mêr wî mafî jê werdigire.” Rewan da zanîn ku bi taybet fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew pir bandor kiriye û wiha axivî: “Rêbertî ne tenê bang li jinên Kurd dike, xîtabî hemû jinan dike.”

Hevaltî tiştek cuda ye

Zelal Serhed a mîna Rewan ji Til Koçer e, berî niha bi 2 mehan tevlî YPJ’ê dibe. Zelal, berê jî YPJ’ê nas dike û anî ziman ku ji ber derfet tune bûn dereng tevlî bûye. Paşê bi birayê xwe re biryara tevlîbûna nav refên yekîneyên parastinê yê Rojavayê Kurdistanê didin. Zelal, piştî tevlî dibe û şûn de wiha dihizire ku jiyana nû xeyalek e; ji ber ku jiyana Zelal jî weke ya Rewan hatiye guhertin. Zelal axaftina xwe wiha didomîne, “Dema ez li malê nexweş diketim û ez miribama jî ne di xema kesekî de bû. Ez li vir rojekê nexweş ketim, eleqeya hevalan a ji min re bû sedem ku ez nexweşiya xwe ji bîr bikim.” Zelal bi vî awayî behsa bandorbûna ji fikrên Ocalan ên têkildarî azadiya jinê dike û wiha dibêje:  “Ne tenê jinên Ereb, hemû jinên cîhanê ji bo xwe û rastiya xwe nas bikin divê Rêbertî bixwînin û nas bikin.”  

ANHA/TIL KOÇER