Berxwedana Hevseroka KCD’ê  Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger ku bi armanca bidawêkirina tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 103’yan de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de dewam dike. Tenduristiya Guven di roja 98’an de gelekî giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê Guven dermankirin red kir û ew dîsa şandin mala wê.

Tevî vî halê xwe jî Guven bi biryar û israr çalakiya xwe dewam dike. Li aliyê din piştevaniya ji bo Guven jî her ku diçe zêde dibe. Heta niha gelek siyasetvan, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, ji nasname, rêxistin û welatên cuda nûnerên jinan ên navneteweyî piştgirî dan Guven. Herî dawî 20 wekîlên jin ên Elman, bi deklarasyonekê piştgirî da Guven.

Bêdengî bêhtir min dikuji

Guven, di roja 100’î de peyam da û got, “Ya ku min li ser piyan dihêle, berxwedana zindanan e. Yên ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng bimînin bêhtir min dikujin. Ev çalakî ji bo civakê ezmûn e. Yên ku vê ezmûnê bi başî li pey xwe nehêlin, nikarin sibê bibêjin, ‘Em parazvanê mafên mirovan in’, ‘mirov in’.

 

MA/AMED