Li gel 2 sal derbas bûn hêj sozên ku Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û wezîrên AKP'ê dabûn welatiyan pêk nehat. Her çend rayedarên hikûmetê soz dan welatiyan û xwestin heta havînê sebir bikin jî li gel 2 havîn derbas bûn jî hê bi sedan malbat li ber dîwaran in. Welatiyên ku di konteyniran de dimînin ji ber ku ji aliyê Walîtiya Wanê û AFAD'ê ve av û ceyran ji ser wan hat qutkirin dest bi çalakiyê kiribûn û 104 rojin ji bo mafê xwe têdikoşin. Welatiyên ku niha di konteyniran de dijîn, dixwazin pirsgirêkên wan ên av û ceyranê çareser bibe. Welatiyên ku serî li rayedaran dan ji Walîtiyê Wanê bersîva "Ji xwe 50 malên di konteyniran de dijîn malbatên PKK’ê ne" girtin.


Av û ceyrana birîn

Welatiyên ku li Bajarê Konteynerê yê Anadolu de dijîn bê ceyran û bê av dijîn û bi zahmetiyên mezin re rû bi rû ne. Alî Ahî, anî ziman ku Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi Walî re hevdîtin kiriye, lê walî rû nedaye wan. Ahî, da zanîn ku Walî her dem propaganda xwe dike û dibêje "Ez hemû alîkariyê didim wan" lê di rastiyê de li şûna alîkariyê bike astengiyan derdixe. Ahî, destnîşan kir ku Walî bersîva "Li Konteyniran 50 malên PKK'iyan dimînin" daye. Ahi destnîşan kir ku ji bo ji konteyniran bên derxistin her dem rastî zextên walîtiyê tên û dixwazin ku ji konteyniran derkevin. Ahî da zanîn ku di demê dawî de polîs li nava konteyniran digerin û lêgerînê dikin û got, polîs çekê li welatiyan dikişînin û neheqiyê dikin.´



HASAN YOLDAŞ/DÎHA/WAN




Li Agirî sergoya AKP

Li Agiriyê ku Şaredarî di destê AKP'ê de ye, taxên ku welatiyên BDP'î lê dijîn nayê paqijkirin. Ji ber ku konteynerên çopê li taxê nayên danîn, çopa taxê li nava kolanan belav dibe û derdorê qirêj dibe. Welatiyên taxê anîn ziman ku ji ber wan dengê xwe nedaye AKP'ê, ji aliyê AKP'ê ve tên cezakirin. Ji ber ku li taxan çop nayê komkirin hemû li derdorê belav dibe û tenduristiya welatiyên taxê dixe nava talûkeyê. Li taxa Yuzuncu Yilê di hilbijartina borî de herî zêde dengê BDP'ê derketibû. Ji hilbijartina 2009'an heta niha li taxê bi rêk û pêk paqijî nayê kirin. Welatiyan anîn ziman ku Şaredariya AKP'ê Kurdên dengê xwe dane BDP'ê ceza dike. Li taxê heta niha tu xizmet nehatiye kirin. Welatiyê taxê Hakim Akkuş, anî ziman ku şaredariya AKP'ê xizmetê li taxa wan nake û çopên ku li taxê kom dibe paqij nake. Akkuş, da zanîn ku 4 sal derbas bûn, lê heta niha Şaredariya AKP'î tu xizmet li taxa wan nekir. Akkuş, destnîşan kir ku konteynirên çopê jî li taxê tune û hemû çop li kolanan belav dibe û wiha got: "Ji ber ku konteynir tune em çopê davêjin nava kolanan. Zarokên me li kolanan di nava çopê de dilîzin. "

Wê nexweşî belav bibe

Welatiyê bi navê Latîf Çak ji anî ziman ku ji ber çop li taxê belav dibe bandora neyînî li ser welatiyan dike û tenduristiya welatiyên taxê xera dike. Çak, da zanîn ku şaredariya AKP'î welatiyên taxê ceza dike û mehê carekê çopa taxê tê paqijkirin. Cesim Ozturk jî anî ziman ku li taxê konteynirên çopê tune û tax ji ber bêhna çopê genî dibe. Ozturk, da zanîn ku ji ber qirêjiya taxê zarokên xwe bernadin taxê û tenduristiya welatiyan di bin gefê de ye. 

DÎHA/ AGIRÎ