* Di zivistanê de jî gerîllayên HPGê çalakiyan li dijî dagirkeran dikin. Gerîlayan li Heftanîn û Xakûrkê çalakî kirin.

* Gerîlayên YJA-Starê li Heftanînê çalakî kirin û 8 leşker hatin kuştin. Di çalakiya li Xakûrkê de jî bi kêmanî 3 leşker hatin kuştin.

Li herêmên Heftenîn û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li herêmên Heftenîn û Xakurkê daxuyaniyek weşand.

Di çalakiya YJA-Starê de 8 esker hatin kuştin Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de ku li herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêzên me yên YAJ Starê di 13’ê Kanûnê de saet 14:20’î li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Konferansê yê Mezin çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li Xakûrkê 3 leşker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Di 14’ê Kanûnê de saet di 14:30’î de hêzên me li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin. Hejmara leşkerên ku di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet di 15:45’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş çalakî pêk anîn. Derbên giran li dijminê li ser gir hate xistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakirin.”

ANF/BEHDÎNAN