115 roj di ser hilbijratinên parlamena Herêma Kurdistanê re derbas bûn. Lê heta niha ti hêviyek ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê çênebûne. Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran, Hêmin Şêxanî li ser mijarê axivî. Hêmin Şêxanî got, “Bêguman baca herî zêde ya dereng avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê xelkê Başûrê Kurdistanê dide. Pêwîst e ku xelkê Herêma Kurdistanê li dijî vê helwêsta partiyên siyasî nerazîbûnê nîşan bide. Bi taybetî ewên ku rê li pêşiya kabîneya nû ya hikûmetê digirin."

Têkildarî astengiyên ji bo avakirina kabîneyê, Şêxanî got, "Weke tê zanîn ev 28 sal in ku Başûrê Kurdistan ji aliyê PDK û YNK’ê ve tê birêvebirin. Heta niha jî ev her du hizb hêza yekem û duyem in. Wan berê nexwest xizmetê ji gel re bikin. Çawa berê li gel Bexda lihevkirinên stratejîk kirine, niha jî bi heman şêweyî hewl didin sermaya Kurdistanê bi ser herdu hêzên siyasî, yanî PDK û YNK´ê de parvebikin."

Beşdariya Gorranê ne diyar e

Li ser rola Tevgera Gorran a di avakirina hikûmetê de jî Hêmin Şêxanî got, "PDK’ê hinek soz ji Tevgera Gorran re dane. Gorran dixwaze hikûmetê bixe xizmeta gelê Kurdistanê. Heta niha me wekî Civata Nîştimanî û Tevgera Gorran biryar nedaye ka em ê beşdarî hikûmetê bibin yan na. Em dixwazin bizanin, gelo em ê bibin hevbeşê hikûmetê yan na. Herwiha em dixwazin di hemû beşên bingehîn ên hikûmdariyê de li gorî mafê xwe beşdarî xizmeta gelê xwe û xaka Kurdistanê bibin."

 

 ROJNEWS/ HEWLÊR