22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê ji aliyê rojnamevanê Kurd Mîqdad Mîthat Bedirxan ve yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Rojnameya ‘Kurdistan’ derket. Rojnameya ku di dîroka rojnamevaniya Kurdî te yekem rojnameye,weke destpêka Rojnamevantiya Kurdî tê pejirandin. Ji wê rojê û pêve 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamevanên Kurdistanê hatiye pejirandin û di wê rojê de gelê Kurd ahengên pîrozbahiyê li dardixin. Bi vê bûneyê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn û rojnamevan Ehmed Zawîteyî axivîn.
Têkildarê mijara azadiya rojnamevaniyê, mafên rojnamevan, binpêkirin mafên rojnamevantiyê û Roja Rojnamevaniya Kurdî, Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji ajansa me re axivî. Emîn diyar kir kû ew 22’ê Nîsanê dî dîroka rojnamevaniya Kurdî de cihek xwe yê taybet heye û vê rojê her sal di salvegera wê de pîroz dikin û wiha got: “22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê yekem rojnameya Kurdî ya Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdad Mîthad Bedirxan ve hate derxistin. 22’ê Nîsana 2013’an dibe 115’emîn salvegera derxistina Rojnameya Kurdistan. Ev roj weke Roja Rojnamevaniya Kurdî hatiye diyar kirin. Di heman demê de bizava siyasî ya Kurd jî bi pêşketina çapemeniya Kurdî re bû xwedî rol û birêya çapemeniyê karîn hizir û ramanên xwe bigihînin gelê xwe. Di aliyek din de jî derketina Rojnameya Kurdistan li welatek biyanî nîşaneya zext û zordariya dagirkerên Kurdistanê li ser gelê Kurde kû nekarine li welatê xwe bi awayek azad xebatên xwe yên çapemeniyê bimeşînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Hemedemîn rewşa rojnamevaniya li Herêma Kurdistanê wiha bilêv kir; “Li Herêma Kurdistanê mirov dikare bêje di van 20 salên dawiyê de pêşxistina çapemeniyê gihiştiye asta herê zêde û bi sedan rojname û kovar, bi sedan radyo û tv’yên herêmî û esmanî hatine damezrandin. Di nava van 20 salan de bi awayek yasayî li Herêma Kurdistanê gelek zagonên têkildarê azadiya rojnamevaniyê hatine derxistin. Piştî derketina van zagonan rojnamevan dikarin rexne li sîstema rêveberiyê ya Herêmê bikîn herwiha dikarin saziyên çapemeniyê yên serbixwe jî damezrînin. Yek ji delîla wan saziyên kû dikare sîstema rêveberiya Hikûmeta Herêmê rexne bike jî, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye.”
Daxwaza Federasyona Rojnamevanan
Azad Hemedemîn balkêşand ser mijara avakirina Federasyona Rojnamevanên Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan endamê IFJ (Internatioan Federation of Journalists) êye. Em wek Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan dixwazîn di demek nêzîk de Federasyona Rojnamevanên Kurdistan damezrînîn. Lîcneyek ji nûnerên rojnamevanên her çar parçên Kurdistanê û ji dervey welat hatiye sazkirin, di van rojan de bi hevre bernameya xwe diyar dikin û di demek nêzîk de Konferansa Netewî ya Rojnamevanên Kurdistan li darbixîn.”
Ji ber fikra xwe girtî ne
Rojnamevan Ehmed Zawîteyî jî diyar kir kû rojnamevanên Kurd ji ber ramana azad niha di zindanê Tirkiye û Îranê de ne. Dewletên dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi awayên corbicor êrîşan dibin ser tekoşerên gelê Kurd. Bi heman armanca tunkirinê carna jî wek gel saziyên kû rolê wana di pêşketina hêza azadiya Kurdistan de heye dil êrîş dibin ser û dixin zîndanê de û wiha got: "Yek ji wan saziyan jî xebatên rojnamevantiyê ne. Dijminên gelê Kurd bi taybet Tirkiye û Îran bi salane zextê li ser azadiya ramana Kurdî dike û li ser vi bîngehî bi dehan rojnamevan xistine di zindanan de, bi dehan rojnamevan hatine qetilkirin û bi sedan pirtuk û rojname hatine qedexe kirin. Dijminên gelê Kurd herdem rê û rêbazên curbecur bikartînin di xwazin bi vêyekê cavên Kurdan bitirsine Kurdan bixe nav metirsîyan. Bi taybetî jî li ser rojnamevanan tund û tujîyan dikin, ji ber ku rola rojnamevanîyê di tekoşîna gelê Kurd de rolekî xweyê sereke heye. alîyên deselatdar rojnamevanan ji xwere weke metirsiyekî dibîne ji ber wî jî zordarîyê li ser rojnamevana dike û di xwazin karê wan astenk bikinSedema vê yekê jî rojnamevanên Kurd rastî û heqîqetê di şopînen li ber çavan radixe ,alîyên deselatdar jî ji vê yekê tengezardibin wê deme jî êrişan dibe ser rojnamevanan û digrin binçavan sizadikin. Dewletên dujmin yên dagirker rojnamevanên Kurd weke pêşmerge, gerîlla û weke sîyasetmedarek Kurd dibîne û weke hedef didin nîşandan.sedema viya herî mezin jî rojnamevanên Kurd rastîyan ravey gelê Kurd dike û kiryarên ku ji aliyên dujminên Kurd ve tên kirin ên herêmên Kurdan teşîrdike. Lewra em li dijî vê polîtikaya dagirkerên Kurdistanê ya li hember çapemeniya gelê Kurdîn û dibêjîn divê ew demek ji ya din zûtir werin azadkirin. Ji ber kû di qada navnetewî de pîvanên azadiya raman û rojnamevaniyê hene û pêwîste dewleta Tirk û hemkiryarên wê azadiya rojnamevaniyê li ber çavan bigrin.”
Wekî qeza tê nasandin
Zawîtewî balkêşand ser mafê rojnamevaniyê û diyar kû zagonên li ser bingehê azadiya rojnamevaniyê ku li Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin li gorî min zagonên goncawin û mafê rojnamevan di van zagonan de tê parastin û wiha pêde çû; “Ez bawerim ev zagonên ku ji bo azadiya raman, mafê rojnamevan û azadiya rojnamevantî di destora Herêma Kurdistanê de hatine pesendkiririn, di destorgelek dewletên cîhanê de tunebe. Bi taybet dewletên cîran yên wek Tirkiye ku xwe bi sîstemek demokratîk navdikin nekarîne weke Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevantiyê û mafê rojnamevan bi riyê zagonan biparêze. Lewra dibêjim ev zagonên li Herêma Kurdistanê heyî li Tirkiyê tunene. Lê di vir de ya girîng ne tenê hebûna zagonên azadiya rojnemevaniye, anîna cih ya wan zagonan girînge. Li Herêma Kurdistanê zext zêdetir li ser rojnamevan û çapemeniya navxweyî tê kirin. Rojnamevan yan jî çapemeniya jibo navnetewî xebatên xwe didin meşandin zêde li hember zext û zorîyê nayên. Bes li Herêma Kurdistanê kuştin, revandin, girtin û lêdana rojnamevanan tê kirin. Herçendî kû ev yeke ne di rêjeyek zêde de be jî lê ev kiryarên dijî mafê azadiya rojnamevaniyê tên kirin. Ev wek şerekê di navbera sîstema desthilat û azadiya ramanê de ye. Û kuştina rojnamevanan dema tê kirin jî ji aliyê desthilatê ve weke tiştek ne bi zanabûn û bi awayê qeza dide nîşa kirin. bi kûrtî aqûbeta rojnamevanên tên kuştin, girtin, birîndar kirin û îşkencekirin li Herêma Kurdistanê nayê eşkere kirin. ev alozî û pirsgirêkek ciddîye û divê Hikûmeta Herêmê li ser vê bisekine. Bes li Herêma Kurdistanê aliyê kû hêvî û keyfxweşiyê dide me ewe kû rojbiroj ev zext û qedexeyên li ser rojnamevanana û çapemeniyê kêm dibin.“
Zawîteyî di dawiya axafitina xwe de Roja Rojnamevaniya Kurdî bi van gotinan pîroz kir: “Ez 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdistanê 22’ê Nîsanê li hemû rojnamevanên Kurd bitaybet rojnamevanên kû niha di zîndanên dewletên dagirkerên Kurdistanê û ji derveye welat pîroz dikim. Hêvî dikim rojnamevaniya Kurdî li gorî pêşketina demê pêşbikeve 3u bi gehe asta doza gelê Kurd."
DÎHA/HEWLÊR
Ji bo rojnamevanên girtî çalakî Kedkarên çapemeniya azad ji bo hevalên wan ên girtî serbest bên berdan, li Qada Taksîmê çalakî pêk anîn.
Di 20'ê kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya Kurd li 7 navendan operasyon pêk hat û di bin navê "KCK"ê de nêzî 50 rojnamegerî hatin binçavkirin. Der barê 36 jê girtî 46 kesan dedoz hat vekirin. 10 kes di rûniştinên pêş de serbest hatinberan û niha 26 jê girtî 46 kes têndarizandin. 4'emîn Rûniştina doza 46 rojnamegerên Kurd dê di 22'ê Nîsanê de li li 15'enîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya doz bê dîtin xebatkarên çapemeniya azad li ber Qada Lîseya Galatasarayê kom bûn û heta Qada Taksimê meşek pêk anîn. Di çalakiyê de xebatkarên Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Kovara Demokratik Modernite, Atilim, Evrensel, Ajansa Nûçeyan a Etkin, Kizil Bayrak, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), Komeleya Civaknasên Sosyalist (SGD) û gelek rojnamegerên wekî Ahmet Şik û Pinar Ogunç amade bûn.
Zor û tundî berdewam dike
Girsê li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî da. Li ser navê girsê Gerînendeya Gişti ya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskin, axivî û diyar kir ku di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya azad operasyon pêk hat û 46 xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin û jê 36 kes hatin girtin. Keskîn, da zanîn ku niha 26 jê girtî tên darizandin û wiha got: "Di bin navê "KCK'ê de parêzer, şaredar, siyasetedar û rojnameger hatin girtin. Hevalên me ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên xwest bi zorê hêza gelê Kurd a siyasî, civakî, rêxistinî û zanyarî belav bike û perçe bike, hatin girtin. Serokwezîr Erdogan li gel gotinên aştiyane bikar tîne jî dîsa hêj hikûmet û dest ji pêkanînên zor û zahmetiyê bernade. Tiştê ku Tirkiye kiriye baxçeyê rojnamegerên girtî ev polîtîkayên bêhêz û lawaz in. Daxwaza meya 30 salan a aştiyê bi diyalogê pêş ket. Niha hevalên me yên rojnameger ji be hemû nûçe, wêne û nivîsên ku di rojnameyan de weşandine tên darizandin. Ev wêne, nivîs û nûçe tev ji bo vê pêvajoya aştiyê bûn. Geşedanên dawî yên di çareseriya pirsgirêka Kurd de bingehê van idîayên der barê hevalên me yên girtî de têk birye. Kevneşopişa çapemeniya azad li dijî zext û zordariyên giran têkoşîya û heta îro hat. Me heta îro bedelên giran dan û hewce be em dê van bedelan berdewam bikin. Her tim ala Apê Musa di destê me de bilind bû û dê bilindbûna wê berdewam bike. Em dixwazin hemû hevalên me yên ji ber nivîsên xwe, nûçeyên xwe fikr, raman û îfaedyên xwe hatine girtin tev serbest bên berdan. "
Keskîn bang li herkesî kir ku di 22'ê nîsanê de li ber salona rûniştina dozê ya Silivriyê kom bibin û tev li rûniştina hevalên rojnamegerên girtî bibin.
Komê piştî daxuyaniyê heta Qada Taksimê meş pêk anî.
DÎHA/STENBOL