
ÎHD’ê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafên zarokan yên 2016’an de eşkere kir. Li gorî raporê di sala 2016’an de 118 zarok jiyana xwe ji dest daye, 75 zarok birîndar bûne, 150 zarok hatine binçavkirin û 40 jî hatine girtin.
Komîsyona Mafê Zarokan ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya “Rapora derbarê binpêkirina mafên zarokan ên sala 2016’an ê li Rojava û başûrêrojavayê herêma Anatolyayê” aşkera kir. Endamê Komîsyona Mafê Zarokan parêzer Ercan Yilmaz û rêvebirên ÎHD’ê tevlî civîna li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin, bûn.
Zarok bûne hedefa hêzên ewlehiyê
Beriya daxuyaniyê parêzer Ercan Yilmaz axivî û got: “Herî zêde zarok ji şer û pevçûnê ku li herêmê didomin bandor dibin. Di van pêvajoyan de zarok nikarin zimanê dayîka xwe bikar bînin, di pêvajoyên fêmkirina jiyanê û watedayîna jiyanê de li şûna alîkariya wan bêkirin tên astengkirin. Di vê pêvajoyê de zarok bûne hedefa hêzên ewlehiyê. Zarok hedef hatin nîşandan û hatin kuştin, girtin û ji azadiyan bêpar man. Li cihên lê tên girtin rastî şîdet û êşkenceyê hatine. Gelek zarokên ku mafê xwe yê azadî û xwebirêxistinkirinê bikaranîn rastî şîdeta polîsan hatin û jiyana xwe ji dest dan.”
Bi bombeyan 41 zarok hatin kuştin
Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Zarokan a 2016’an” a ÎHD’ê, ji ber bêîhlaliya rayeya çekê û hişyariya “raweste” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 5 zarok hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, di demên pevçûnên herêmê de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da, 12 birîndarbûn an jî bi tehrîbata fîzîkî mecbûr man jiyana xwe bidomînin. Di êrîşên bombeyî yên li welat pêkhatin de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.
Rastî êşkenceyê hatine
Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku di encama serdegirtina malan û bûyerên civakî de 150 zarok hatine binçavkirin û ev tişt hatin gotin: “Ji vana 40 zarok hatin girtin. Di dema li herêmê ‘qedexeya derketina derve” hat îlankirin de zarok rastî êşkence û pêkanînên xirab hatine. 6 zarok di bin çavan de rastî êşkenceyê hatine û 6 zarok jî ji cihên binçavkirinên yên cuda û kolanan rastî şîdetê hatine. Li girtîgehan jî zarok rastî binpêkirinên mafan, êşkence, pirsgirêkên tendirûstiyê hatine. Ji ber binpêkirinên mafan li girtîgehan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Di nava salê de 10 zarokên rastî şîdeta nava malê hatine jiyana xwe ji dest dane, 2 birîndarbûne.”
114 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
Di raporê de hat xuyakirin ku tenê sala 2016’an di encama binpêkirinên mafên ên li dijî zarokan de 118 zarok jiyana xwe ji dest dan, 75 zarok jî birîndar bûn.
Rapora ÎHD’ê bi vî rengî bi dawî bû: “Di dema ‘qedexeya derketina derve’ û serdegirtina malan de 150 zarok hatin binçavkirin, ji vana 40 hatin girtin û xistin girtîgehê. Di nava salê de 114 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.”
Wesayîta polîsan zarokek kuşt
Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerborana Mêrdînê zaroka bi navê Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistana li nêzî Fermandariya Polîsan e diçû malê ji ber wesayîta zirxî lêxist hat kuştin.
Berfîn Dîlek dema di saetên derketina dibistanê de li ser rê derbasî aliyê din dibû û ji ber di wê demê de wesayîta zirxî tevger kir li bin tekerleka milê rastê yê wesayîta zirxî ma û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenzayê Berfîn Dîlek a qetilbûyî ji aliyê ambulansa hat cihe bûyerê ve rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.
AMED