Meclîsa Jinên Sûriyeyê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê de raporek belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ji dagirkirina Efrînê heta niha ve li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê, 119 jin revandine. 

Meclîsa Jinên Sûriyeyê, li ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîna çapemeniyê li Salona Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê ya li Qamişloyê hate dayin. Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat daxuyanî xwend.

 6000 kes li Efrînê hatine bicîhkirin

Meclîsa Jinên Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de îşaret bi hewldana dewleta Tirk a guherandina demografiya Efrînê jî kir û got, “Dewleta Tirk li Efrînê siyaseta guhertina demografîk dide meşandin da ku rastiya herêma Efrînê biguherîne û rêya vegera koçberan a malên xwe bigire û kesên xerîb di çarçoveya planekê de yên ji Şam, Xûta, Hums, Hema û gundewarên wan hatine di Efrînê de bi cih bike. Hejmara yên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji van herêman hatine şandin bêtirî 35270 kesî ye û ji wan heta niha bêhtirî 6000 kes û malbatên wan ên ji Xûta hatine derxistin, li Efrînê hatine bicihkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, jinên li Efrînê jî para xwe ji şer wergirtine û ji ber van hovîtiyên dagirkeran, êşeke mezin dijîn û wiha dewam kir:”Di encama şerê li Efrînê de ziyanên yekser yan neyekser tesîreke neerênî li ser jinan kir, nemaze kuştin, destdirêjî û bazirganiya jinan. Heta niha bêhtirî 119 jinî li Efrînê hatine revandin. Şideta bi awayekî ne yekser jî girêdayî birçîkirin, bêkarî û daxistina asta zanistiyê û koçberiyê ye.”