SOLÎN REŞÎD / ANHA/HELEB
Di çaroçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Xak û rûmetê biprarêze û dagirker û DAIŞ`ê têk bibe” de 120 mamosteyên ji Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk dest bi perwerda fikrî kirin. Perwerde roja şemiyê li hola Dibistana Alan Mihemed a li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di perwerdeyê de komîtê dersên civaka zayendperest, estetîk û şerê gel ê şoreşgerî dide. Endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya KPCD Nûjîn Osman li ser armanca dewreya perwerdê peyivî û got: ”Me dersên girêdayî mijara hemleyê hilbijartin. Armanca me ew e ku em jinan li ser mijarên sereke serwext bikin. Ev mijar jî mijarên zanista civakî ya girêdayî şoreşê ne. Mamosteya bi navê Xezale Abdulrehman jî got: Ez jineke ji pêkhateya Ereb im. Ez gelek kefxweşim ku tevlî vê perwedê bûme. “