
Çavkaniyên YPG’ê diyar kir ku li gel çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hin komên çeteyên din ku bi wan re êrîşî gundên navçeya Cindirêsê dikin jî hene. Hate gotin ku koma Ehrar El-Şam a ku li derdora gundê Qîla Jorîn xwe bicih kiriye û komên Fecir El-Îslam û Ensar El-Îslam yên ku li ser sinorê gundê Dêwa û Şêx Kirîs xwe bicih kirine, ji van komane.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî koma girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ya bi navê koma Dr. Ebo Mihemed li gel hejmarekî ji çeteyên wê tevlî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bûn. Her wiha kesên tevlî wan nebûne û nexwastin êrîşî gundên Kurdan bikin, neçar man ku ji herêma Atma derbikevin. Li gorî agahiyan kesên nexwestine êrîş bikin derbasî Tirkiyê bûn. Hate gotin ku kesê bi navê Mistefa Wezah û berpirsiyarê deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê ku niha di bin destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de ye jî di nava van kesan de ye.
Li aliyê din li navçeya Şera li derdora gundê Qestel Cindo pevçûnên di navbera YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de berdewam in. Hate ragihandin ku di pevçûnan de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin, her wiha tangek hatiye rûxandin û wesayîtek ku doçka li ser heye hatiye desteserkirin.
Li aliyê din li navçeya Şera li derdora gundê Qestel Cindo pevçûnên di navbera YPG’ê û DAIŞ’ê de berdewam in. Hate ragihandin ku di pevçûnan de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin, her wiha tangek hatiye rûxandin û wesayîtek ku doçka li ser heye hatiye desteserkirin.
Li dij komên çete çalakî
Hate ragihandin ku hêzên YPG'ê li gundê Yusufiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek lidar xist.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên YPG'ê şevê din li gundê Yusufiyê ku 10 kîlometre dikeve başûrê Girkê Legê li di jî noqteyên komên DAIŞ/Cephet El Nusra û Ebabîl El-Şam çalakî lidar xist. Hate ragihandin ku çalakî saet derdora 02.20'an destpê kiriye û heta saet 04.00'an dom kiriye.
Li gorî agahiyan di encama çalakiyê de bi dehan endamên van koman hatine kuştin û wesayîtek ku 5 kes tê de bûn hate ruxandin. Hate gotin ku komên behsa mijarê li gundê Yusufiyê amadekariyên êrîşan dikirin.
EFRÎN/GIRKÊ LEGÊ
Şervanên YPG’ê spartin axê
Cenazeyê 5 şervanê YPG’ê ku roja 25`ê Îlonêdi pevçûnên li Cindêrisa Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Seydo ve hatin difinkirin. Ji bo wergirtinacenazeyanbi hezaran welatî li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kom bûn û cenazeyên şervanên YPG’ê Endan Efrîn, Eşref Murad, Xidir Şêxmûs, Feydrûz Xalid û Oso Ismayil wergirtin. Girseya gel cenazeyê 5 şervanan piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi navçeya Cindêrisa Efrînê ve derxistin rê. Cenaze dê li Goristana Şehdî Seydo bi merasîmekê girseyi hatin definkirin. Cenazeyê Ferhat Îbrahîm ku anîbûn Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo, ji aliyê hezaran welatiyên ve hate wergirtin û bi karwanekî wesyitan birin Goristan Şehîd Delîl Saroxan. Piştî axaftinan cenaze bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
EFRÎN/QAMIŞLO