Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 13 Êzdiyên ji destê DAÎŞ‘ê hatine rizgarkirin, teslîmî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê kir.

Şervanên QSD’ê di çarcoveya pêngava bagera Cizîrê ya bi armanca bidawîkirina çeteyên DAÎŞ‘ê de gelek Êzidiyên ku di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ‘ê ve hatibûn revandin rizgarkirin. Bi sedan Êzîdiyên hatin rizgarkirin li wargeha Holê ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê bi hevkariya rêveberiya wargehê gelek Êzidî tespît kir û gihand malbatên wan. Doh jî 13 jin û zarokên Êzidî yên ku li kampê diman radestî komîteya Esîra ya ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin kirin.

Navê 13 Êzidiyên li navenda PADÊ ya li Navçeya Sinûnê hatin radestkirin wiha ne: Fehed Qasim (15) Qabûsî, Şaha Revo (30) Tilezêr, li gel du zarokên xwe bi navê Hîda 6 salî û Xelat 5 salî Zîna Îbrahîm (19) Tilbenat, Navîn Derwêş (24) Şengal, Cîlan Coqî (11) Tel Ezêr, Wetfa Nayîf (10) Telezêr, Heval Reşo (12) Solax, Leyîla, Sado (20)  Şengal, Heyîfa Sado (16) Rembûsî, Hazim Hiseyîn (17) Rembûsî,Î sra Mistefa (22) Koço.

 

NAVENDA NÛÇEYAN