Li navçeya Wêranşarê jî polîs û leşkeran bi hev re bi ser gelek malan de girtin û 4 kes girtin binçavan.
Li navçeya Sêwêregê ya Rihayê û gundên wê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 9 kes kirin binçavan. Li navenda navçeya Sêwêregê 5 kes û li gundên Karacadag, Otlu, Karakoyun 4 kes bi tevahî 9 kes hatin binçavkirin. 9 kesên hatin binçakirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêwêregê.
Li Wêranşarê 4 kes
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê polîs û leşkeran bihev re bi ser gelek malan de girt. Polis û leşkeran di serdegirtina malan de li gundê Hirikê Abdurrahman Mutlu, li gundê Bêşo Fadil Şaşmaz, li navenda navçeyê Erdal Erbekler û Serdar Kirmizigul binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin bi sedema ku di 20’ê Adarê de beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê.
RIHA