
Qonaxa duyemîn a Xezeba Firatê ku di 10’ê kanûna 2016ʹan de ji milê Qadiriye û Kerdoşanê ve ji bo rizgarkirina rojavayê Raqayê ji hêla şervanên QSD’yê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Şervanên Odeya Xezeba Firatê li gel serma û seqemê bi biryardariyeke mezin pêş ve diçin.
Ji bo rizgarkirina bajarê Raqayê ku paytexta DAIŞ’ê ye, di bin banê QSD’yê de bi navê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê operasyon hate dest pê kirin. Hemleya yekemîn a Xezeba Firatê di 5’ê mijdara 2016’yan de dest pê kir. Di vê hemleyê de Şervanên Şuheda El Raqa, Ehrar El Raqa, Suwar Til Ebyad, Liwa El Tehrîr, Ketîbet Eş-Şuheda El-Firat, Ceyş El Senadîd, Ketîbe Şehid El-Cimo, YPG/YPJ’yê cih girtin. Di pêngava yekemîn de, 40 gund û bi dehan gundikên di qadeke 700 km2 de cih digirtin hatin rizgar kirin.
Pêl bi pêl beşdarî QSD’ê dibin
Pêngava Duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê jî di 10’ê Kanûna 2016’yan de dest pê kir. Di vê pêngavê de jî şervanên Nexbê, Teyyar El-Xed, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û Suwar El Raqa jî cihê xwe girtin. Dîsa 500 ciwanên Raqayî yên ku di pêngava yekemîn de gundên wan hatibûne rizgarkirin û hezar û 600 ciwanên Raqayî ku hatibûne perwendekirin jî, di hamleyê de cihê xwe girtin. Bi vî awayî piraniya ciwanên ku tevlî hamleyê dibin ji Reqqayê ne. Dîsa ciwanên eşîra Maxmuriyan, ku yek ji eşîrên herî mezin e, li rojavayê Raqayê dijiyan û di encama polîtîkayên Rejima Baasê de di sala 1973’yan de koçberî herêma Cizîrê bibûn jî, di bin banê QSD’yê de tevlî vê operasyona rizgarkirina Raqayê dibin.
Pêngava duyemîn di 10’ê Kanûnê de li milê Qadiriyê û Kerdoşan ên girêdayî Tişrînê ne dest pê kir. Di roja 21’emîn a operasyonê de ango di 31’ê Kanûnê de li başûrê Eyn Îsa, li Til Semen a girêdayî Raqayê ji 2 milên din jî operasyonê dest pê kir.
Milê Qadiriyê û Kerdoşan ê piştî demekê gihiştin hev û berê xwe dane gundên Caber û keleha dîrokî ya Caberê. Ev gundên ku li perava Çemê Feratê ne ligel 57 km2 qad hatin rizgarkirin. Milê operasyonê yên Eyn Îsa jî di nava çend rojan de 34 km2 rizgarkirin û darbeyên giran li çeteyan dan.
Baskên Qadiriyê û Eyn Îsa gihaştin hev
Milê operasyonê yên Qadiriyê herî dawî gundê Kermanco, milê Eyn Îsa jî gundê Hiwêj azad kirin û di 10’ê çile de gihiştin hev. Bi vî awayî 45 gund û 20 gund jî ketin çemberê.
526 çete hatin kuştin
Li gel hemû êrîşên çeteyan û wesayitên bombebarkirî jî, şervanan pêşveçûna xwe domandin.
Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’yê hatin girtin, di pêngava duyemîn a hamleyê de, heya niha 2 hezar û 144 km2 qad ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Di vê çarçoveyê de 133 gund, bi dehan gundik û gelek girên stratejîk hatin paqijkirin. Bi vî awayî bajarê Raqa, ji milê bakûr û rojava ve weke nîvçemberekê kete çeperê.
Bi vê hemleya dawî re di navbera şervananên Xezeba Firatê û Raqayê de 28 kîlometre ma. Li gorî agahiyên çavkaniyên QSD’yê parve kirin, di encama pevçûn û bombebarana hewayî ya balefirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de 526 çete hatin kuştin, cenazeyên 99’an ketin destên şervanan. Her wiha 12 çeteyên DAIŞ’ê ji dîl hatine girtin. Şervanan, gelek cebilxane jî desteser kirin.
RAQA