
Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah hejmara Êzidiyên ku ji destpêka Hemleya Xezeba Firatê ya di rizgarkirina Reqayê de hatine rizgarkirin, eşkere kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 5`ê Cotmeha derbasbûyî de dest bi hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê kir. Di çarçoveya hemeleyê de jin, zarok û mêrên Êzîdî ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.
Têkildarî mijarê, Nesrîn Ebdullah diyar kir ku heta niha 138 Êzîdî hatine rizgarkirin, ji wan 64 zarok, 70 jin û 4 zilam in.
Ebdullah da xuya kirin ku Êzîdiyên hatine rizgarkirin radestî aliyên têkildar hatin kirin û hin kes jî li ser daxwaza wan radestî malbatên wan hatine kirin.
QAMIŞLO