Dewleta Tirk a înkarker û qirker di qada siyasî de jî dixwaze Kurdan qir bike û qadê li wan teng bike. Li Edene û Mersînê di serdegirtina malan de 14 kes xistin nezaretxaneyê. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de bi biryara girtina 17 kesî re doh li Edene û Mersînê polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 14 kes kirin nezaretxaneyê. Polîsan doh bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Hezoyê de jî girtin. Li Amedê jî di serdegirtina malê de Ferda Îldan a ku 25 salan di girtîgehê de ma û di 2’yê Tebaxa 2019’an de hatibû berdan hat binçavkirin. NAVENDA NÛÇEYAN