Yekîneyên Midûriyeta Polîsan di 26'ê Mijdarê de li navenda Wan, navçe û bajarokan bi ser gelek mal û saziyan de girtin. Polîsan bi ser Nûnertiya DÎHA'yê ya Wanê, Nûnertiya Azadiya Welat, yekîneyên şaredariyê û gelek navnîşanên de girtin û lêgerîn kirin. Di serdagirtinan de 28 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 16 kes pêr derxistin dozgeriyê.

Li Wanê 8 kes hatin girtin

Piştî îfadeyên li dozgeriyê 8 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin .Navê kesên 8 hatine girtin weha ne: Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Wanê Semîra Varli, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, Ji Mamsoteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, Rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt.


Li Îdîrê 2 kes
Li Îdîrê jî ji kesên hatin binçavkirin 16 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên heta derengî şevê berdewam kirin Alîkara Şaredarê Îdîrê Elîf Daggol û Xebatkarê Navenda Giştî ya BDP'ê Dogan Aydin ê ku li Dêrsîmê hate binçavkirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û 5 kes jî serbest hatin berdan.

Ji ber pîrozbahiyên Newrozê 4 kes

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Naîme Karavîş (20), Cumalî Îlbasan (18) û zarokên bi navê Ş.K. (16) û A.E. (17) ku di serdegirtina malan dehatibûn binçavkirin, derketin dozgeriyê. Li dadgehê bi îdîaya tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatin girtin.

7 sal ceza birrîn

Ji aliyê din ve li Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qaqizmanê Mehmet Dogan bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî zagona meş, çalakiyan a hejmara 2911'an derket" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birrîn. Dogan diyar kir ku ew ê îtîraz bikin. 

DÎHA/WAN/ÎDÎR