Çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêr li navçeya Raco ya Efrînê, 14 sivîlên din revandin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 18’ê Adara 2018’an ve, zêdeyî 3000 sivîl revandine.

Çeteyan pêr jî li gundê Ademo yê navçeya Raco ya Efrînê 14 mêr revandin. Li gorî çavkaniyên herêmî, çete ji bo berdana sivîlan serê yekî 150 hezar lîreyên Sûriyeyê ji malbatên wan dixwazin.

Sivîlên hatine revandin jî ev in:  Adnan Ali Heci,Ali Ali Heci,Xelil Mahmut Selim,Mustafa Reşid Reşid,Abdullah Neşet,Bekir Mustafa Reşîd,Mehmet Mehmet Selîm,Yusuf Hesen Abdo,Huseyîn,Osman Osman,Abdi Muhammed Reşîd,Muhammed Abdî Reşîd,Ahmed Abdo Abdo.

 

 ANF/EFRÎN

 
 

Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

 

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku li Efrînê 2 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.

Odeya Çalakiyan li ser mijarê daxuyaniyek da û got; ”Şervanên me li Efrînê çalakiyeke bi bandor li dar xist. Çalakî 10’ê Nîsana 2019’an li dijî bargeheke çeteyan li bajarê Efrînê li nêzî çerxerêya Newrozê hat kirin. Di encamê de du çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.”

 

EFRÎN